Girtiya nexweş şehîd bû

Girtiya nexweş Emîne Aslan Aydogan a 64 salî ya  li Rihayê, li nexweşxaneya ku ew biribûnê şehîd bû.

Girtiya nexweş Emîne  Aslan Aydogan a 64 salî, ku li Girtîgeha Nimro 2 a Tîpa T'yê ya Rihayê girtî bû, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan şehîd bû. Diyar bû di gurçika Aydogan de, ji bo ku tumor hebû di nav 10 rojan de 4 caran emeliyat bûye û ev 10 roj in di serwîsa kontrola giran de bû. Aydogan ev 16 meh bûn ku girtî bû. Vê spedeyê agahî ji malbatê re çû ku Aydogan jiyana xwe ji dest daye.

JI BO KU WERE BERDAN SERLÊDAN KIRIBÛN

Aydogan ku di sala 2018’an de ku rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê bû, bi angaşta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û 8 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Diyar bû ku malbata Ayodgan ji bo berdana wê û dermankirina wê serî li Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê daye. 
 
Aydogan rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Diyar bû ku malbat wê piştî otopsiyê cenaze bibin Wêranşarê û wê veşêrin.