Li Hildesheimê qetilîama zarokên li Til Rifatê hate şermezarkirin

Qetlîama zarokên li Til Rifat a Şehba ya Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê li bajarê Hildesheimê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk di 2'ê Kanûnê de li navçeya Til Rifat a Şehbayê kir û di encamê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok in, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê çalakiyek pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan Berdevka Komîna Jinan a Şehîd Meryem axivî û got, "Aref Jafar Mohammed (6 salî), Mohammed Omer Heme (7 Salî), îmad Ahmed Kefo (9 Salî), Mustafa Mohammed Majeed (10 Salî), Hamodah Mohammed Ali (11 Salî), Sameer Abdul Rahman Hesso (12 Salî), Mohammed Abdul Rahman Hesso (15 Salî) ji bîr nabin û em xwîna wan li erdê nahêlin, ên kû Zarokan qetil dike, çêkên kimyasal davêje ser wan êdî emrê wan nemaye û emê hesabê hemû komkujiya ji wan pirsbikin“.

Xeco Gonen jî ji bo bidawîbûna komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakurê Sûriyeyê qedexe bike.

Di çalakiyê de der barê mijarê belavok hatin xwendin û belavkirin û alên Rojava hatin hildan.