Piştî hevdîtina lîderên DYE û Fransayê û şûnde lûtyeka çar alî ya ji bo derbaskirina pirsgirêkên NATO yên ji ber Tirkiyeyê derketî û şûnde hate ragihandin ku ‘nezelalî’ ji holê nerabûne.
Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron ê bi gotina ‘Mejiyê NATO’yê miriye’ ketibû rojevê li ser Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp civiya. Macron ê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da, bi taybet carekî din jantaşên Tirkiye yên li dijî NATO ku j ibo li dijî YPG’ê şer bike û dîsa kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a ji Rûsyayê rexne kir.
Macron nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da ku li şûna sîstema parastinê ya esmanî ya welatekî endamê NATO nekirî û raste rast çû ji Rûsyayê kirî.
Piştî hevdîtinê û şûnde di navbera Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron, Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, Serokwezîra Brîtanyaya Mezin Borîs Johnson û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li ser mijara rojeva Sûriyeyê civiyan.
Emmanûel Macron diyar kir ku li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkyeyê nezelaliya mijdara Sûriyeyê ya tevlîhev ji holê nerabûye. Macron anî ziman ku ji bo çareseriya krîzê jî di mijara domandina xebatan de di nava heman fikrê de ne.”
Macron li ser nêrînên lîderên Elman û Tirk ên ‘hevdîtin baş bû’ jî diyar kir ku erkê ‘pêşîn’ ê Fransa têkoşîna li gel DAÎŞ’ê ye. Ev gotinên Macron weke bersiva jantajên ku dixwazin YPG’ê weke ‘Terorîst’ û êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û Rojava hatin pênasekirin.
Macron anî ziman ku Tirkiye tim mijara ‘fikarên elekariyê’ vedibêje û got: “Lê divê em ji bîr nekin bê ka kê li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye.” bal kişand ser têkoşîna QSD’ê ya bi pêşengtiya YPG’ê hatî kirin.
Macron di daxuyaniyeke ya xwe ya nava rojê de jî diyar kiribû ku Tirkiye destekê didin DAÎŞ’ê û çeteyên dişibin wê.