Omar li Stockholmê bi rêxistinên civakî re hevdîtin kir

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Abdulkerîm Omar li Stockholmê hevdîtin kir.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omar li paytexta Swêd Stockholmê li Buroya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi nûnerên rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîran re civîn pêk anî.

Omar destnîşan kir, dinya hemû zane ku dewleta Tirk bi binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî Bakurê Sûriyeyê dagir kiriye.

Omar bi bîr xist ku hêzên QSD û YPG/YPJ'ê di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de û ji bo rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê 12 hezar şehîd dan û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk guhertina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê ye û bal kişand ser paqijiya etnîkî ya li Efrînê.

Omar got, "Beriya ku dewleta Tirk û çeteyên wan Efrînê dagir bikin Kurd 97 ji sedî yê nifûsa Efrînê bû, lê niha 25 ji sedî ye. Bi rengekî mezin guhertina demografiyê kirin."

'DEWLETA TIRK ÊRIŞÊN XWE DEWAM DIKE'

Omar destnîşan kir ku dewleta Tirk tevî lihevkirina agirbestê ya bi Rûsya û DYE'yê re êrişên xwe dewam dike û ji bo herêma Asûrî Suryaniyan Til Temirê dagir bike êrişên giran dike.

Omar ragihand, rêveberiya Bakurê Sûriyeyê ji aliyekî ve bi DYE û Rûsyayê re di nava têkiliyan de ye, li aliyekî jî bi rejîma Şamê re diyalogê dike û got, "Rûsya û Sûriye li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Til Temirê radiwestin."

Omar destnîşan kir ku rewşenbîrên Kurd ên li dîasporayê divê li Rojava bibin xwedî û got, "Divê siyasetmedar, rêxistinên civakî û sendîka bên xurtkirin û ji wan re qala rewşa li Rojava bê kirin. Bi saya vê yekê hikumetan dikarin bixin nava liv û tevgerê."

'GIRÎNGE KU KURDÊN LI DÎASPORAYÊ BÊN SEFERBERKIRIN'

Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Alî piştî civînê ji ANF'ê re axivî û got, "Civînên bi vî rengî ji bo bûyerên li Rojava bên ragihandin û rewşenbîrên li dîasporayê seferber bibin girînge." Alî diyar kir ku ew girÎng dibînin rewşenbîrên Kurd ên ji nêrîn û meylên cuda yên siyasî tevlî civînê bûn û got, "Kurdên ji nêrînên cuda yên siyasî gelekî girînge ku ji bo parastina Rojava û Bakurê Sûriyeyê li hev kom dibin."

RAYEDARÊ WEZARETA KARÊN DERVE SERDANA OMAR KIR

Alî her wiha diyar kir ku rayedarê Wezareta Karên Derve Per Eûrenîûs ê ji karên Sûriyeyê berpirsyar serdana Abdulkerîm Omar li Buroya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Alî got, "Li buroyê nûnerên gelek saziyên sivîl û rewşenbîrên Kurd hebûn. Eurenîûs diyar kir ku hikumeta Swêdê bi rêveberiya Rojava re ye û wê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan dewam bikin. Ev yek ji bo me bû moral. Em pê piştrast in ku bi piştevaniyeke ewqasî berfireh em ê bi ser bikevin."