Namzetên HDP'ê yên Aksarayê Bîrcan Dûman û Îsmaîl Dûygûn
HDP wê li Aksarayê bi du namzetan re di hilbijartinên parlamenteriyê de ji bo serketinê li ber xwe bide. Di rêza yekemîn de Bîrcan Dûman, di rêza duyemîn de jî Îsmaîl Dûygûn cih digirin.
HDP wê li Aksarayê bi du namzetan re di hilbijartinên parlamenteriyê de ji bo serketinê li ber xwe bide. Di rêza yekemîn de Bîrcan Dûman, di rêza duyemîn de jî Îsmaîl Dûygûn cih digirin.
HDP wê li Aksarayê bi du namzetan re di hilbijartinên parlamenteriyê de ji bo serketinê li ber xwe bide. Di rêza yekemîn de Bîrcan Dûman, di rêza duyemîn de jî Îsmaîl Dûygûn cih digirin. HDP'ê bi nîşandana du namzetên parlamenteriyê li Aksarayê re, mora xwe avêt binê rewşeke nû. Serokê HDP'ê yê Aksarayê Muhîttîn Yilmaz ji ANF'ê re axivî û got, "Armanca me ew e ku dengê xwe yê di hilbijartinên Serokkomariyê bi dest xistin, bi sê qatan were zêdekirin."
Namzeta HDP'ê ya rêza yekemîn Bîrcan Dûman ji gundê Kurdan ê Aksarayê Alayhanliyê ye. Dûman demeke dirêj li Belçîkayê jiya. Namzetê rêza duyemîn Îsmaîl Dûygûn jî ji gundê Kurdan ê Aksarayê Bebeklî ye.
Serokê HDP'ê yê Aksarayê Muhîttîn Yilmaz ku wê di du mehên pêş de li Aksarayê kampanyayeke berfireh a hilbijartinê bimeşîne ji ANF'ê re axivî û got, "Bîrcan Dûman û Îsmaîl Dûygûn di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de weke nûnerê gelê me yê li Aksarayê hatiye diyarkirin. Ji ber vê wezîfeya bi şeref a namzetên me, em wan ji dil û can pîroz dikin."
Yilmaz ragihand ku ew dixwazin sê qat ji dengê xwe yê di hilbijartinên Serokkomariyê de bi dest xistine zêde bidin û got, "Di dîroka Komarê de hilbijartina herî girîng û krîtîk ji bo me, ev hilbijartin e. Ev hilbijartin bi taybetî ji bo me gelekî girîng e. Di destê me de ye ku em vê firsendê ji bo xwe bikar bînin. Lewma ji her demê bêhtir divê em yekîtî û hêviya aştî, azadî, biratî û wekheviyê xurt bikin. Dem dema hêvî, kelecan û coşê ye."