Li Mûglayê keştiya penaberan qulipî: 4 kes mirin
Li navçeya Mûgla Datçayê, keştiyek ku penaber tê de bûn qulipî. Di bûyerê de 4 kes mirin.
Li navçeya Mûgla Datçayê, keştiyek ku penaber tê de bûn qulipî. Di bûyerê de 4 kes mirin.
Li navçeya Mûgla Datçayê, keştiyek ku penaber tê de bûn qulipî. Di bûyerê de 4 kes mirin.
Waliyê Mûglayê Amîr Çîçek da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê, ji ber qulipîna keştiya ji Datçayê penaber dibir, 4 kes mirine. Hat ragihandin ku xebatên lêgerînê yên li herêmê dewam dikin.
Keştiya ku penaberên qaçax dibir û hewl dida derbasî giravên Yewnan bibe. Keştî li Kûrûcabûkû ya nêzî Datçayê 26 kîlometre wê de binav bûye. Di lêgerîna rizgariyê de cenazeyê 4 kesî hat dîtin û 28 kes sax hatin rizgarkirin.
Hat diyarkirin ku ji ber bandora bahozê cenezeyên di deryayê de ber bi Girava Sîmî ya Yewnanîstanê ve çûne.