Ji 550 namzetên CHP'ê yên parlamenteriyê bi tenê 103 jê jin in. CHP bi rêjeya ji sedî 18'an re, di asteke gelekî kêmî daxwaza rêxistinên jinan ên ji bo temsîliyeta wekhev e. Hejmara namzetên ciwan jî 10 e.
Berdevkê CHP'ê Halûk Koç der barê lîsteya namzetên parlamenteriyê ya partiya xwe de daxuyaniyek da. Koç anî ziman ku li 45 herêmên hilbijartinê di bin çavdêriya dadger de pêş hilbijartin hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Koç, ji 550 namzetên parlamenteriyê bi tenê 103 jê jin in. CHP bi rêjeya ji sedî 18'an re, di asteke gelekî kêmî daxwaza rêxistinên jinan ên ji bo temsîliyeta wekhev e.
Koç ragihand ku wan 3 namzetên astengdar nîşan dane û anî ziman ku hejmara namzetên wan ên ciwan jî 10 e.