Hêviya Dêrsimiyan HDP ye

Dêrsimiyan destnîşan kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê piştgiriya herî mezin bidin HDP’ê û bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Dêrsimiyan destnîşan kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê piştgiriya herî mezin bidin HDP’ê û bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê. Hevseroka DBP’a Dêrsimê Melek Dolaz got ku wê HDP bibe xwêdana eniya karkeran û dengê jin, ciwan; Denîz, Îbo, Mazlum, Arîn  û Sakîneyan a li Meclisê.

HDP’ê lîsteya namzetên xwe yên hilbijaratinên giştî ya di 7’ê Hezîranê de pêk tê aşkera kir. HDP li Dêrsimê jî bi Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn dikeve hilbijartinan.

Hevseroka Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) Melek Dolaz bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û got ku di sedsala 21’ê de pergal bi HDP’ê re hevdîtinek mezin wê bijî û aliyê ku qezenc bike jî wê aliyê şoreşger-demokrat, welatparêz be. Dolaz got: “HDP wê bibe dengê Denîz, Îbo, Mazlum, Arîn û Sakîneyan a li meclîsê.  Wê bibe xwêdana eniya karkeran, bibe hêviya ciwan û jinan. Ez bang li her aliyên ku ji bo ziman, jiyan û azadiya xwe gavan davêjin dikim ku divê piştgiriyê bidin HDP’ê.”

HDP YEKANE ALTERNATÎFE

Dolaz bi vê mînakê bandora HDP’ê vegot: “Nemrud dema Hz. Îbrahîm diavêje agir, mîhroyek bi devê xwe av dibe û li agir dike. Ji wê mîhroyê dipirsin ‘Ti wî agirê mezin bi wê dilopa avê çawa ditemirînî’. Mîhro jî dibêje; ‘Hêviya min heye, ez ê dengê xwe bilind bikim, bêguman wê hinek dengê min bibîhîzin, min bibînin. Ez aliyê xwe diyar dikim.’ Belê îro em jî  ku  hezar bûn, bûne deh hezaran û sed hezaran.  Em îro yekane alternatîf in.  Ji ber vê em bang li hemû aliyan dikin ku HDP’ê bibînin û dengên xwe bidin HDP’ê.”

HÊVIYA CIWAN, JIN, ESNAFAN

Esnafa bi navê Leyla Akyildiz bi HDP’ê re hêviya gel çêbûye û got: “HDP wê bendan hilweşîne. HDP hêviya ciwan, jin û esnafane. Hêviya me piştî 7’ê Hezîranê wê xurtir be. Ji bo hêviya me xurtir be jî divê her kes dengên xwe bidin HDP’ê.

WÊ JI BO PIRSGIRÊKÊN ME BIBIN BESIV

Esnaf Velî Yildirim jî got: “Bila li bajar û welatê me bi xêr be. Hêviya hemû gelan HDP ye. Di vê nuqteyê de Dêrsimê wê peywira xwe bîne cih. Wê hêzê bide hêviya gelan.”

Soner Oz jî got ku yekane hêviya ciwanan HDP ye û got: “Ji bo em hêviya xwe bibin pêşerojê divê em bi HDP’ê re bimeşin. Yekane hêza ji pirsgirêkên ciwanan re bibe hêvî HDP ye.”

BERSIVA HERÎ MEZIN WÊ DÊRSIM BIDE

Hasan Yildirim jî got ku yekane rêbaza ku jiyana nû ava dike HDP ye û got: “Dêrsimê bi hemû cudahiyên xwe ji bo pêşeroja nû wê di aliyê HDP’ê de tercîha xwe bikin. Wê rola sedsala 21’ê bilîzin. Li Dêrsimê em ê bi HDP’ê re rûpelek nû vekin û nirxên xwe yên dîrokî çandî bibin Meclîsê. Wê di 7’ê Hezîranê de bersiva herî mezin ji bo pergala Kemalîst bê dayîn.”

Beser Şahîn jî got ku têkoşîna ku zarokên wan didin wê bi HDP’ê re bibe roj û hilbê û got: “Wê bibe roja her kesî.  Înşalah em ê benda ji sedî 10 derbas bikin. Em ê li meclîsê mafên xwe biparêzin.”

 

...