Li parlamenta Ermenîstanê qirkirina Êzidiyan hat nîqaşkirin
Di meclîsa Ermenîstanê de fermanda 4’ê Tebaxê ya 2014’an a li ser gelê Êzidî pêk hat, hat nîqaşkirin.
Di meclîsa Ermenîstanê de fermanda 4’ê Tebaxê ya 2014’an a li ser gelê Êzidî pêk hat, hat nîqaşkirin.
Di meclîsa Ermenîstanê de fermanda 4’ê Tebaxê ya 2014’an a li ser gelê Êzidî pêk hat, hat nîqaşkirin. Ji partiya Pêşveçûna Ermenîstanê Naîre Zohrabyan têkildarî komkujiya Êzidiyên Şengalê de axivî û diyar kir ku ew wek parlmanterên Ermenîstanê divê dengê xwe bilind bikin.
Têkildarî fermana ku di 4’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ser Êzîdiyan rabû li paytext Erîvan a Ermenîstanê civînek hat lidarxistin. Di civînê de axaftin hatin kirin û hat gotin ku wek meclisa Ermenîstanê mecburin vê wek qirkirinê qebûl bikin. Ji partiya Pêşveçûna Ermenîstanê Nîare Zohrabyan axivî û got: “Pêwiste em bo gelê xwe yê Êzdî dengê xwe bilind bikin. Li ser mijara komkujiya Êzidiyan nêrîna partiya me ev e ku komkujiya di navbera sala 1915 û 1918’an de li ser gelê me pêk hatiye di 24’ê Nîsanê de bînin rojeva meclîsê û nîqaş bikin û qebûl bikin. Em wek meclîsa Ermenîstanê mecburin ku ev kareseta li Şengalê pêk hatiye wek qirkirin qebûl bikin.”
Serokê meclisa Ermenîstanê Galust Sahakyan jî axivî û diyar kir ku wê di demek kurt de li ser vê pirsê rawestin û di meclisê de nîqaş bikin. Sahakyan got wek parlamenter Naîra Sohrabyan jî gotiye wê pirsa qirkirina Şengalê qebûl bikin.
Serokê Saziya Sîncar, Borîs Mîraz jî axivî û diyar kir ku hêviya wan eve ku parlamentoya Ermenîstanê beriya 24’ê Nîsanê qirkirina Şengalê qebûl bikin û got: “Serokê parlamentoya Ermenîstanê soz da, piştî 24’ê Nîsanê qirkirina ku Osmaniyan di dîrokê de li ser gelê Ermenî û Êzdî pêk aniye di meclîsê de qebûl bikin. Ji ber vê em kêfxweşin. Her wiha hêviya me eve ku parlamento zêdetir li ser pirsgirêka Êzidiyan bisekine.”