Rewşenbîrên li Îzmîrê biryar dan destekê bidin HDP'ê

Nivîskar û rewşenbîrên li Îzmîrê hatin cem hev dan xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê. Nivîskar û rewşenbîrên nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP'ê dan anîn ziman, ku hêvî HDP ye.

Nivîskar û rewşenbîrên li Îzmîrê hatin cem hev dan xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê. Nivîskar û rewşenbîrên nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP'ê dan anîn ziman, ku hêvî HDP ye.

Piştî daxuyaniya duh a zêdeyî 800 rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên li Stenbolê, ji Îzmîrê jî daxuyaniyek ji bo destekdayîna HDP'ê hat.

Nivîskar û rewşenbîrên li Îzmîrê bi dirûşma "Berî windakirina hêza xeyalkirina jiyaneke cuda, dem dema şiyarbûnê ye" li Odeya Endezyarên Zîreetê hatin cem hev û dan xuyakirin ku ew destekê didin HDP'ê.

Di civîna ku helbestvan Necatî Atalay, nivîskar Melîh Ergen, rojnamevan Zerrîn Yatagan, helbestvan Namik Kûyûmcû, nivîskar Remzî Demîr, Hayrî K. Yetîk û Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr lê amade bûn de, daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hat xwendin.

'EM AMADE NE JI BO HDP'Ê BIXEBITIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Partiyeke siyasî ku em hêvîdarin her ziman, reng, zayend, bawerî û deng di çemên biçûk de biherikin û veguherin deryayeke hevpar, divê were destekkirin. Em ji raya giştî re aşkera dikin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, amade ne destekê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo wê bi dildarî bixebitin."

Helbestvan Kûyûmcû di axaftina xwe ya li civînê de got, "Bi salane bi gotina 'pêvajoya çareseriyê' hewl didin pirsgirêka Kurd bixin nava pêvajoya neçareseriyê. Ev jî têra wan nekir, bi hinceta 'ewlekariya civakî' bi qanûnên faşîzan ên 'despotîzma rojhilat' re hewl didin mûxalefetê bêdeng bikin. Desthilatdarî, her tiştên ku zehmetiyan dikşîne hesabê wan bide, dixe situyê paralelvanên ku duh 'di binê heman baranê de şil dibûn' û dixwaze xwe mafdar nîşan bide."

Nivîskar Melîh Ergen jî ragihand ku ev 25 sal in ew di hilbijartinên giştî de deng bikar nîne lê belê piştî ku dît ji demên darbeyan bêhtir jî bêhiqûqiyek heye, ew ê di vê demê de dengê xwe ji bo HDP'ê ya ku weke hêviyê dibîne, bikar bîne.