Ji Kurdo Baksî ji bo HDP’ê bang

Berpirsyarê Weşana Giştî ya Kovara Svart-Vitt (Reş-Spî), ku yek ji kovarên herî navdar ên Swêdê ye Kurdo Baksî bang li her aliyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Berpirsyarê Weşana Giştî ya Kovara Svart-Vitt (Reş-Spî) ya di nava kovarên herî navdar ên Swêdê de cih digire, Kurdo Baksî diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê di navbera bloka paşverû, neteweperest û nîjadperest a AKP, MHP Û CHP’ê û hêzên demokrasiyê ya HDP’ê de derbas dibe û got ku divê hemû Kurd û parêzvanên mafên mirovan dengên xwe bidin HDP’ê.

Baksî got: “Niha hikûmeteke ku You Tube û Twîtterê qedexe dike, piştgiriyê dide DAIŞ’ê li ser kar e. Lê ya xetertir ev e ku Erdogan bi derxistina 400 parlamenterî dixwaze welat wek sultanê Osmaniyan bi rê ve bibe. Ev ji bo gelên li Tirkiyeyê dijîn xetere ye.” Baksî bi lêv kir ku yekane partiya ku dawî li sultaniya Erdogan bîne HDP ye.

Baksî destnîşan kir ku HDP yekem car wek partî dikeve hilbijartin giştî yên parlamenteriyê û got ku wê HDP bi hêzên çep û kêmarên din re tifaqê bike û benda ji sedî 10 derbas bike.

DIVÊ TIRK JÎ PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP’Ê 

Baksî da xuyakirin ku rojavayiyên ku berê piştgirî didan Erdogan û AKP’ê niha dixwazin AKP bê sekinandin û got: “Ger tê xwestin mafê Kurdan û gelên din bikin bin ewlehiya Destûra Bingehîn, divê pêşî li derxistina 400 parlamenterî ya Erdogan bê girtin. Ji ber vê ne tenê Kurd û parêzvanên mafê mirovan divê hemû Tirkên li aliyê demokrasî û azadiyan dengên xwe bidin HDP’ê.

Ji sala 1984’an heta niha li Kurdistanê serhildaneke çekdarî heye. Partiyên ku heta îro hatin ser kar jî îdîa kirin ku pirsgirêka Kurd tine. Lê her kes 31 sal şûnde gotinên û pirsgirêka Kurd dibîne. Niha Erdogan heman tiştan dubare dike. Pirsgirêka Kurd înkar dike. Erdogan ji bo dengên nîjadperest û neteweperestan bigire dîsa berê xwe dide polîtîkaya înkarê.”

AKP Û ERDOGAN POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ DIDOMÎNE

Baksî bi lêv kir ku AKP bi plan nêzî pêvajoya çareseriyê dibe û got: “Pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka terorê dibîne û nêz dibe. AKP û Erdogan li Rojava li dijî gelê Kurd polîtîkayên dijminahiyê dimeşîne. Hîna piştgiriyê didin DAIŞ û El Nusrayê.

Hîna dibêjin PYD û PKK ji bo me xetere ye. Erdogan û AKP bi xespkirina mafên Kurdên Bakurê Kurdistanê sînor namîne û di heman demê de ji bo pêşî lê bigire ku Kurdên Rojava Statuyê qezenc bikin, di nava hewldanan de ne. Kobanê bi qehremeniyek mezin li be rxwe dide û AKP û Erdogan ji bo Kurd serketinê qezenc nekin çi ji destê wan tê dikin. Tirsa herî mezin a Erdogan ev e ku pergala kantonên Rojava bandorê li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê bike.

TIRKIYE Û ÎRAN DI DIJMINAHIYA KURDAN DE DIBIN YEK

Baksî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye û Îran ji bo ku Kurdên çar parçeyên Kurdistanê mafên xwe bi dest nexînin her tiştî dikin. Di navbera Tirkiye û Îranê de di mijara Sûriye, Iraq, Yemen û her mijarê de cudahiyên cidî hene lê tevî vê di mijarekê de li dijî dijminahiya Kurdan dibin yek.  Ev dewletên ku di her mijarê de li dij hev in, di vê mijarê de hevkariyê dikin.”

Baksî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû Kurd van bibînin û li gor vê tevbigerin. Kongre bicive jî necive jî ez wisa bawer dikim ku yekîtiya neteweyî wê di pratîkê de dikaribe pêk bê. Bi taybet çapemeniyên Kurd divê daxuyaniyên ku Kurd hev û din sûcdar dikin, nekin. Divê Pêşmerge û Gerîla bi hev re biçin herêmê û şer bikin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir PKK û YPG çûn alîkariyê. Pêşmergeyan alîkarî da Kobanê. Ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî ev girîng e. Divê gelê me vê yekîtiyê ji bîngehê ve pêk bîne.