Çeteyên Nûsra 300 Kurd revandin
Çeteyên Cebhet El Nûsra, li ser rêya Heleb-Efrînê zêdeyî 300 Kurdên Efrînî revandin.
Çeteyên Cebhet El Nûsra, li ser rêya Heleb-Efrînê zêdeyî 300 Kurdên Efrînî revandin.
Çeteyên Cebhet El Nûsra, li ser rêya Heleb-Efrînê zêdeyî 300 Kurdên Efrînî revandin.
Îro danê sibehê, 5 otobusên rêwiyan ên ji Kantona Efrînê diçûn Helebê, ji aliyê çeteyên Cebhet El Nûsra ve li nuqteya kontrolê ya El-Teyara ya li gundê Tiqad a 20 km li rojavayê Helebê ye, hatin sekinandin û 300 kesên di otobusan de hatin revandin.
Çavkaniyan ragihandin ku otobosên ku hatin rivandin tevî rêwiyên tê de ji qaşo "Desteya Şerîî" ya bajarokê El- Dana ya ku di bin serweriya Cebhit El- Nusra de ye re hatin şandin.
Çavkaniyan diyar kirin ku rêwiyên jin serbest hatin berdan û zêdetirî 300 sivîlî jî li cem "Desteya Şerîî" ragirtîne.