Birîna qirkirinê di sala 100. de hîna vekiriye
Endamê Komîteya Seyfo rojnamevan Yawsef Beth Turo da zanîn ku daxuyaniyên rayedarên Tirk birînan bêhtir vedikin û heta Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rû nebe, wê her tim xwîn ji vê birînê bê.
Endamê Komîteya Seyfo rojnamevan Yawsef Beth Turo da zanîn ku daxuyaniyên rayedarên Tirk birînan bêhtir vedikin û heta Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rû nebe, wê her tim xwîn ji vê birînê bê.
Bi munasebeta 100. Salvegera Qirkirina Asûrî-Sûryaniyan bînin raya giştî ya cîhanê Komîteya Seyfo hat avakirin û endamê Komîteyê Rojnamevan Yawsef Beth Turo axivî diyar kir ku daxuyaniyên rayedarên Tirk birînan bêhtir vedikin û heta Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rû nebe, wê her tim xwîn ji vê birînê bê.
Di nava Komîteya Seyfo de, tevî saziyên Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, sazî û dezgehên gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî-Aramî jî cih digirin. Turo bi lêv kir ku komîteyê bi munasebeta 100. Salvegera qirkirinê plansaziyek berfireh kiriye, ji meha Nîsanê û şûn ve wek komîte hem li welat û hem jî li dîasporayê wê gelek rêzeçalakiyan pêk bînin.
Turo destnîşan kir ku sê lingên bernameya Seyfo ya li dîasporayê heye û wiha pê de çû: “Ev wek lingên DYA, Awûstralya û Ewropayê hatin rêzkirin. Navenda çalakiyan Ewropa ye. Li Swêd, Elmanya, Hollanda, Belçîka û Swîsreyê gelê Suryanî fonksiyona lokomotîf wê bigirin ser xwe. Li Elmanya û Swîsreyê nêzî 240 hezar Asûrî-Sûryanî dijîn.”
JI BO ABÎDEYAN HEWLDAN
Turo di berdewamiyê de got ku li 5 welatên Ewropa wê konferans, panel, pêşangehên Seyfo pêk bên û her wiha wê li hinek bajarên Ewropa hewl bê dayîn ku abîdeyên qirkirinê bên bicihkirin.
Turo da xuyakirin ku li Ewropayê tenê ew wê beşdarî 8 panelan bibe û got: “Di civîn û konferansan de wê du belgefîlm bên nîşandan. Navê belgefîlmeke ‘qîrîna nehatiye bihistin’e. Piştî nîşandana fîlm wê nîqaşên qirkirinê bên kirin. Li paytexta Viyana ya Awûstûryayê jî wê konferanseke ku 250 kes beşdar dibin pêk bê. Li Hamburg a Elmanyayê jî ji bo abîdeya qirkirinê bê bicihkirin em ê serlêdana fermî bikin.
LI HOLLANDA, ELMANYA Û SWÎSREYÊ WÊ GREV BÊN KIRIN
Turo axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Hollandayê bi beşdarbûna 12 sazî û desteyan re, di navbera rojên 7-12’ê Nîsanê de em ê grevên birçîbûnê pêk bînin. Bi munasebeta sala 100. wê 100 kes 100 saetî di grevê de bimînin. Li bajarê Berlîn a Elmanya, bajarê Cenevre a Swîsreyê jî di navbera 19 û 24’ê Nîsanê de em ê grevê bikin.
Bi munasebeta 100. Salvegera qirkirinê em ê lez bidin xebatên xwe yên dîplomatîk jî û di gava yekem de em ê li Ermenîstan, Elmanya, Hollanda, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Belçîka, Yewnanîstan û Komara Qibrisê bi rayedarên parlamentoyê re bên cem hev û di mijara qirkirinê de dosyayê me amade kirine em ê ragihînin.”
WÊ JI KANTONÊN ROJAVA NASKIRINA QIRKIRINÊ BÊ XWESTIN
Turo da diyar kirin ku wê li Rojhilata Navîn jî bi rêveberiya Lubnan, Iraq, Herêma Federal a Kurdistan, Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê re hevdîtinan bikin û daxwaza naskirina qirkirina 1915’an bikin.
Turo axaftina xwe wiha berdewam kir: “Xebatên li DYA û Awûstralyayê bê meşandin hîna ne zelal nebûne. Li Awûstralyayê di meha Tebaxê de, li DYA’yê jî di mehên Îlon û Cotmehê de rêzeçalakî tên hedefkirin. Di Suroyo Tv de têkildarî qirkirinê de wê bernameyên taybet bên kirin, gund bi gund wê qirkirin bê vekirin, bi şahidan re roportaj bên kirin. Her wiha têkildarî qirkirinê de amadekariya CD’yek Sûryanî ya ji helbestên li ser qirkirinê hatine nivîsîn jî heye.
Ji bo ku pêşî li qirkirinên nû bên girtin em ê Seyfo bînin rojeva cîhanê. Qirkirina 1915’an bûye sedema qirkirinên Sîmela ya 1933’an, qirkirina Yahûdiyan 1939-45, qirkirina Ruwanda, Bosna-Hersekê. Ji bo pêşî li qirkirinên nû bên girtin divê qirkirina 1915’an ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve bê zanîn û qebûlkirin.
Em dibînin ku hinek gel di dîrokê de xaka wan hatiye dagirkirin û di bin zextan de mane. Bi derxistina tiştên baş û veşartina xerabiyan mirov nagihêjin cihekî. Em wek Asûrî-Suryanî beriya zayînê, wek neviyên şaristaniyên ku împaratoriyên Asûrî-Keldanî Babîl ava kirine, ji ber kal û bavê me li dijî gelê Yahûdî û cîranan zext kirine lêborî dixwazim. Divê ev bê kirin ji ber ku rojekê ger ez ji Împaratoriya Asûriyan serbilind bim divê ez zext, zilm û komkujiyên wan mahkum bikim. Asûriyan Beriya Zayînê di 600’î de Yahûdî ji Qudsê surgunê Babîlê kirin. Ji ber vê em xemgînin. Em neçarin lêborîna xwe bixwazin.”
DAIŞ BI ZÎHINIYETA KU QIRKIRINA 1915’AN PÊK ANÎ RE HEMANE
Turo got ku Kurdên di 1915’an de ligel dewletê beşdarî qirkirina Ermenî, Suryanî û Pontus bûn îro li refên DAIŞ’ê qirkirinê dikin û got: “Cerdevanên gund versiyoneke cuda ya heman zîhniyetê ne. Li dijî gelê xwe ketine nava îxanetê. Lê di 1915’an de Saruhan Axa, Seyf Fethullah û Çelebî Axa Suryanî û Ermenî ji komkujiyê parastin û îro jî li YPG’ê Kobanê, Efrînê û Gozarto diparêzin. Divê ev zîhniyet ji ev bê cudakirin.Tiştên li Şengal, Nînova û Xabûrê pêk hat qirkirinên nû ne. Terora DAIŞ’ê ji zîhniyeta ku berê li Mezopotamya, Rojava û Kurdistanê qirkirin pêk anîn ne cuda ye.”
Turo bi lêv kir ku li Ewropayê nêzî 340 hezar Asûrî-Suryanî dijîn û got ku divê herî kêm 50 hezarî wî derkeve kolanê û ji bo qebûlkirina qirkirinê çalakiyan bike.
DIVÊ TIRK TIŞTÊN HATIN JIYÎN LÊPIRSÎN BIKIN
Turo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan dibêje bila pispor bikevin arşîvan û lêkolîn bikin. Çima ti dikevî arşîvan? Destpêkê li îro li rewşa Tirkiyeyê binêre. Li Tirkiyeyê di 1913’an de 914 hezar Suryanî, 1.5 mîyonek Ermenî, 700 hezar Rûmên Panstos dijiyan. Ev bi ku ve çûn? Divê her kesê li Tirkiyeyê dijî vê ji xwe bipirse. An jî ev bar wê heta dawiyê li ser milê Tirkan bimîne. Ji ber hinek eşîrê Kurd beşdarî qirkirinê bibûn Ahmet Turk lêborîn xwest. Ev ji bo birîna gelê Sûryanî bû merhem. Ev ji bo me bûye hêvî. Ger Edogan û Davutoglu jî daxuyaniyên wisa bidin wê birînên me bên girtin. Lê daxuyaniyên wan birînên me vedikin. Wê her tim jî wisa be.”