Nûnerên Elewiyan: Divê hemû Elewî dengê xwe bidin HDP'ê

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi armanca destekdayîna HDP'ê panelek bi beşdariya nûnerên Elewiyan pêk hat. Di panelê de bang li Elewiyan hat kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi armanca destekdayîna HDP'ê panelek bi beşdariya nûnerên Elewiyan pêk hat. Di panelê de bang li Elewiyan hat kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, ji Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Elmanyayê (AABF) Bariş Yilmaz, Serokê Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê ya Demokratîk li Ewropayê Mûharrem Erdogan weke axaftvan beşdarî panelê bûn.

'EM TEVLÎ XEBATÊN HILBIJARTINÊ BIBIN'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, der heqê xebatên hilbijartinê yên li Saarland û derdora wê de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve hat dayîn de hat ragihandin ku armanca xwegihandina 10 hezar hilbijêrî ye û di rewşa heyî de bi 5 hezar kesî re hevdîtina rû bi rû hatiye kirin. Komîsyonê da zanîn ku 726 kesên qeyda wan nebû hatine tespîtkirin û qeyda wan hatiye çêkirin.

ZENDERLÎOGLÛ: BI DENGÊN JI EWROPAYÊ WERIN RE EM Ê BENDÊ HILWEŞÎNIN

Parlamenterê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglû da xuyakirin ku li Ewropayê girseyeke gelekî girîng heye û got, "Divê em berê vê girseyê bidin HDP'ê. Lewma xebatên we girîng in. Bi dengên ji Ewropayê werin re em ê di 7'ê Hezîranê de bendê hilweşînin. HDP bi hilweşandina bendê re wê dawî li xeyal û desthilatdariya Tayyîp Erdogan bîne. Derbasbûna HDP'ê ji bendê Erdogan û AKP'ê dixe nava tirs û fikaran. Ji ber van tirs û fikaran bi hev ketine. Ev nakokiya di navbera wan de wê mezin bibe û dewam bike."

ERDOGAN: DIVÊ DENGÊ DÊRSIMIYAN JI HDP'Ê RE BE

Serokê Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê ya Demokratîk li Ewropayê Erdogan jî anî ziman ku li hemberî hemû zordarî, dek û dolabên antî demokratîk ên Serokkomar Erdogan, weke federasyon wan biryar dane destekê bidin HDP'ê. Erdogan anî ziman ku wan di nava bloka ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatiye avakirin de cih girtine û li Ewropayê dest bi xebatê kirine û got, "Divê tevahiya gelê Dêrsimê bi taybetî jî gelê me yê li Ewropayê biçe ser sindoqan û dengê xwe bide HDP'ê. Em careke din dixwazin bîr û baweriya xwe dubare bikin ku ev bloka hatiye avakirin, wê bi ser bikeve."

YILMAZ: EM BANG LI HEMÛ ELEWIYAN DIKIN KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP'Ê

Ji Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Elmanyayê Yilmaz jî da xuyakirin ku Elewî, Sûnî, Êzidî û hemû gel û baweriyên cuda derfet dîtine xwe di nava HDP'ê de îfade bikin û got, "Weke AABF me dît ku HDP bi polîtîkayên xwe re pêşî li vegotina xwe ya mirov û civakan vekiriye. Di dîroka xwe de yekemcar me pêwîstî dît ku em desteka xwe ya ji bo partiyekê aşkera bikin û bi raya giştî re parve bikin. Di 7'ê Hezîranê de her dengekî ji HDP'ê re bê dayîn, girîng e. HDP a bendê derbas bike, ji bo hesabpirsîna ji hemû neheqî û komkujiyên di dîroka Komarê de li mazlûm û hindikahiyan hatine kirin, girîng e. Em bang li hemû Elewiyên li Ewropayê dijîn dikin ku di 7'ê Hezîranê de destek û dengê xwe bidin HDP'ê."

 

...