Di doza Kazanhan de polîs H.V. wê ji 'kuştina bi zanebûn' bê darizandin
Polîsê bi navê H.V. ê di doza qetilkirina Nîhat Kazanhan de der heqê wî de biryara neşopandinê hatibû dayîn, wê ji sûcê "kuştina mirov a bi zanebûn" bê darizandin.

Di gilînameya der heqê kuştina Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê li navçeya Şirnex Cizîrê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîr hat amadekirin de, ku Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ev gilîname qebûl kir, hatibû xwestin ku polîsê bi navê M.N.G. ji sûcê "kuştina bi zanebûn a mirovan" û polîsên bi navê U.Î., H.V., O.Ç., G.T. jî ji sûcê "aşkeranekirina sûc" bên cezakirin.
Polîs H.V. ê ku di bûyera qetilkirina Kazanhan de hat girtin lê belê piştre bi dayîna îfadeyê re serbest hat berdan, îtiraza li biryara neşopandina wî hat qebûlkirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê, ku îtiraza parêzera Kazanhan Fîlîz Olmez qebûl kir, biryar da ku polîs H.V. ji sûcê "kuştina mirovan a bi zanebûn" were darizandin.
Olmez da xuyakirin ku ji bo darizandina polîs û rayedarên li cihê bûyerê bûn û hewl dan sûc binixumîne, ew ê hewldanên xwe dewam bikin.