HDP dixwaze ji Dêrsimê du wekîlan derxîne

HDP'ê li Dêrsimê meylên li ser bernamzetan nirxand û Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn namzet nîşan da.

HDP'ê li Dêrsimê meylên li ser bernamzetan nirxand û Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn namzet nîşan da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê namzetên xwe yên parlamenteriyê aşkera kir. Komîsyona ji aliyê Navenda Giştî ya HDP'ê ve hat amadekirin, li Dêrsimê meylên li ser bernamzetan nirxand û Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn namzet nîşan da.

Alîcan Onlu ku li Dêrsimê di dema beriya niha de Alîkarê Şaredar bû lê belê bi operasyonên qirkirina siyasî re hat girtin û 5 salan li girtîgehê hat ragirtin û Şaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn eger HDP benda hilbijartinê derbas bibe tê payîn ku bên hilbijartin. Eger Şahîn bê hilbijartin, wê bibe yekemîn parlamentera jin a Dêrsimê.

EDÎBE ŞAHÎN:

Di sala 1960'î de li navçeya Nazimiyeyê ji dayik bû. Xwendina xwe ya dibistanên seretayî û navîn li vir temam kir û piştre ji Lîseya Mamosteyan a Keçikan a Agirî mezûn bû. Li dû mezûniyetê mamostetiya wekîliyê kir û dûre mamostetiya kreşê kir. Şahîn a li Tûncelî Defterdarli'yê dest bi kar kir, di sala 1980'î de bi qanûna bi hejmara 1042'an ji wezîfeyê hat dûrxistin. Li qadên girtîgeh û mafên mirovan xebitî, rêveberiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) a Stenbolê kir û ji kovara çand û hunerê ya Kurdî ya bi navê Rewşen re edîtorî kir.

Tevî endametiya desteya rêveber a Enstîtuya Kurd a Stenbolê, di mijara zimanê Kirmanckî de xwedî xebatan e. Di mijara mafên jinê de li nava Komîsyona Jinê ya HADEP'ê dest bi kar kir û di vê demê de rêveberiya navçeyê, serokatiya navçeyê, rêvebeiya DEHAP'ê ya Bajêr, endametiya meclîsa partiyê û endametiya meclîsa partiyê ya DTP'ê kir. Tevî projeyên xwe yên rehabîlîtasyona bi hunerê û şêwirmendiya psîkolojîk a ji bo zarok û ciwanên mexdûrên koçberiya ji neçarî, di gelek projeyên çandî û perwerdeya bi zimanê dayikê de koordînatorî kir. Di navbera salên 2009-2014'an de wezîfeya Şaredariya Dêrsimê meşand. Zewicî û diya du zarokan e.

ALÎCAN ONLU:

Di sala 1967'an de li navçeya Nazimiyeyê ji dayik bû. Onlu ku mezûnê Lîseyê ye, di navber salên 1990-91'ê de rêveberiya HEP'ê ya Zeytînbûrnûyê, di sala 1992an de serokatiya DEP'ê ya navçeya Zeytînbûrnûyê, di navbera salên 1994-96'an de rêveberiya HADEP a Stenbolê, endametiya meclîsa partiyê ya HADEP'ê û serokatiya giştî ya baskê ciwanan kir.

Onlu di navbera salên 2000-2002'an de li Dêrsimê dema wezîfeya Serokatiya HADEP'ê ya Bajêr dimeşand, di hilbijartinên giştî yên 2002'an de namzet hat nîşandan. Di salên 2002-2004'an de wezîfeya serokatiya Dêrsimê meşand.

Onlu tevî endametiya xwe ya Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî, yek ji damezrînerên DTP'ê ye û wezîfeya endametiya meclîsa partiyê kir. Di sala 2009'an de piştî hilbijartinên herêmî, dema wezîfeya Alîkariya Şaredara Dêrsimê dimeşand, di operasyonên qirkirina siyasî yên 14'ê Nîsana 2009'an de hat girtin. Piştî ragirtina 5 salan a li girtîgehê di 13'ê Nîsana 2014'an de hat berdan, lê darizandina wî hînê dewam dike.

Onlu ku piştî berdanê endametiya meclîsa partiyê ya DBP'ê meşand, zewicî ye û bavê du zarokan e.