Ji nivîskarê Fransayî pirtûka 'Mirina ji bo Kobanê'
Pirtûka 27. a nivîskar û sînemavanê Fransayî Patrîce Franceschî, bi navê 'Mirina ji bo Kobanê' derket.
Pirtûka 27. a nivîskar û sînemavanê Fransayî Patrîce Franceschî, bi navê 'Mirina ji bo Kobanê' derket.
Pirtûka 27. a nivîskar û sînemavanê Fransayî Patrîce Franceschî, bi navê 'Mirina ji bo Kobanê' derket.
Patrîce Franceschî Kurdan baş nas dike. Ji salên 1990'î û vir ve bi Kurdan re xwedî têkiliyeke nêz e. Di salên 1990'î de bi rêyên qaçax ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû û li bajarê Zaxoyê bicih bûbû.
Nivîskarê Fransayî ku beriya demeke nêz çû Rojava, di pirtûka xwe ya bi navê "Mirina ji bo Kobanê" de behsa qadeke şer a ji dûr ve ji televîzyonan tê şopandin, dike.
Di pirtûkê de portreyên kesên anonîm ên veguherîne lehengan cih digirin. Cih dide diyalogên ku rastiya şer vedibêjin û bêyî windakirina mirovahiyê cesareta tê nîşandan destnîşan dike.
Nivîskarê Fransayî şervanên jin ên Kurd weke Jeanne d'Arc'ên sedsala 21'an pênase dike û bi vê pirtûkê re di heman demê de helwesta xwe diyar dike û lêpirsîna civaka Fransayê dike.
Nivîskar Franceschî Ewropiyên tevlî DAIŞ'ê bûne û li hemberî Kurdan şer dikin bibîr dixe û dibêje, "Ev hilweşîna mejiyî ya awarte ku Misilmanên herî oldar jî teorîze dike, wê rojekê pêwîstî bi vegotineke hemû detayên wê hebe."
Pirtûk bi serketina Kurdan û azadiya Kobanê bi dawî dibe. Nivîskar dibêje, "Ev serketin di heman demê de serketina qanûna medenî ya li dijî şerîatê ye."
Pirtûka ji 144 rûpelî ya ji weşanên Eqûateûrs derket, bi 13 Euroyan tê firotin. Weşanxaneyê di danasîna pirtûkê de gotina "şerekî me hemûyan eleqedar dike" bikar anî.