Ji bo Murat Yildiz bang

Xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan, bi daxwaza ku dawî li bêcezabûna dosyaya Murat Yildiz yê ku di binçavan de hat windakirin bê anîn, li ber Edliyeya Gebzeyê wê daxuyaniyekê bidin.

Xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan, bi daxwaza ku dawî li bêcezabûna dosyaya Murat Yildiz yê ku di binçavan de hat windakirin bê anîn, li ber Edliyeya Gebzeyê wê daxuyaniyekê bidin.

Komîsyona li dijî Windakirinên di Binçavan de ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê, bi daxwaza dawî li bêcezabûna dosyaya Murat Yildiz ê di binçavan de hat windakirin bê, wê li ber Edliyeya Gebzeyê daxuyaniyekê bidin.

Yekan zarokê Hanîfe Yildiz, Murat Yildiz ê 19 salî di 23’ê Sibata 1995’an de ji aliyê Şaxa Asayîşa Ozkanlar a Bornovaya Îzmîrê ve hat binçavkirin û windakirin.

Di darizandina ku 5 salan berdewam kir de 2. Dadgeha Cezaya Asliyê, bi sûcê ‘peywir binpê kirine’ li polîsan bi pereyê îro 1.18 kuruş cezayê pere da. Heman dadgehê di 2007’an de  biryar da ku doz bi hemû encamên xwe ji holê rabe. Bêhiqûq bi vê jî sînor nema. Dosyaya Murat Yildiz li Edliyeya Gebzeyê hat qeydkirin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan di çarçoveya kampanyaya ‘Em ji bêcezabûnê re edaleta dawî dixwazin’ wê sibê bi dayik Hanîfe Yildiz re saet di 12.00’an de li ber Edliyeya Gebzeyê daxuyaniyekê bide.

Beriya çalakiyê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku doza Murat Yildiz di çarçoveya sûcê ku li dij mirovahiyê hatiye kirin û heta aqûbeta Murat Yildiz diyar nebe wê sûc berdewam bikin. Bang hat kirin ku ji bo pêkanîna edaletê dengê xwe tevlî daxwaza wan bikin.