'Divê Tirkiye li hemberî DAIŞ'ê gava şênber biavêje'

Partiyên Yekîtiya Xiristiyan ên Elmanyayê bang li Tirkiyeyê kirin, ku li hemberî DAIŞ'ê hîn bêhtir gavên şênber biavêje. Bi taybetî xwestin ku sînorên Iraq û Sûriyeyê baş werin kontrolkirin.

Partiyên Yekîtiya Xiristiyan ên Elmanyayê bang li Tirkiyeyê kirin, ku li hemberî DAIŞ'ê hîn bêhtir gavên şênber biavêje. Bi taybetî xwestin ku sînorên Iraq û Sûriyeyê baş werin kontrolkirin.

Berdevkê polîtîka hundir a partiyên Yekîtiya Xiristiyan ên Elman Stephan Mayer anî ziman ku ew ji hikûmeta Tirk hêvî dikin ku di mijara Îslamıstên diçin Sûriyeyê de helwesteke çalaktir nîşan bide.

Mayer ji Ajansa Nûçeyan a Elman DPA re axivî û got, "Di têkoşîna li dijî terora Îslamîstan de Tirkiye xwedî berpirsyariyeke taybet e."

Mayer di dewama axaftina xwe de got, "Tirkiye, ji bo cîhadîstên Rojavayî yên dixwazin xwe bigihînin herêmên şer û tevlî DAIŞ'ê bibin, welatekî cihê derbasbûnê ye. Ji bo derbasbûna van şervanên biyanî divê Tirkiye ya ji dest tê bike."

Mayer anî ziman ku di çapemeniyê de nûçe tên weşandin û diyar dikin ku hikûmeta Tirk çavên xwe li çalakiyên DAIŞ'ê digire, destekeke aktîf dide terorîstan û yên birîndar derman dike. Mayer diyar kir ku delîlên van nîne û got, "Meşandina têkoşîna biryardar a li hemberî terora DAIŞ'ê, ji Tirkiyeyê re maye."

Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê, piraniya wan di ser Tirkiyeyê re 650 Îslamîst ji Elmanyayê derbasî Sûriye û Iraqê bûne, ku ji van 70 jê jin in.