Protestan ji bo alîkariyê hatin Kobanê

Heyeta Yekîtiya Dêrên Protestan a Tirkiyeyê, ji bo piştgiriyê bide xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, hatin bajêr. Heyet wê li vê derê lêkolînan bike.

Heyeta Yekîtiya Dêrên Protestan a Tirkiyeyê, ji bo piştgiriyê bide xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, hatin bajêr. Heyet wê li vê derê lêkolînan bike.

Heyeta Yekîtiya Dêrên Protestan a Tirkiyeyê ji Amedê hatin navçeya Pirsûs a Rihayê, bi armanca piştgiriyê bidin kêmasiyên li Kobanê û di cih de lêkolînan bikin derbasî Kobanê bû.

Heyeta bi serokatiya Lîderê Rûhanî yê Dêrên Protestan ê Amedê Ahmet Guvener, ku rêveberên yekîtiyê Şaban Ok û Bedrî Peker di nav de cih girt, li gel Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re ket ser rê û di destpêkê de Şaredariya Pirsûsê ziyaret kir.

Heyetê di destpêkê de alîkariya xwarinê ya barê 2 TIR'an radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava kir. Li ser navê heyetê Ahmet Guven daxuyaniyek da û diyar kir ku wan heta niha gelek caran alîkarî adne Êzidiyên ji Şengalê ji neçarî hatina Amedê û bajarên din û ji Kobaniyan re kirine, lê belê vê carê xwestine bi xwe tespît bikin ka çi pêwîstî heye. Guvener anî ziman ku bi vê armancê ew derbasî Kobanê dibin û got, "Li gorî pêwîstiyên li wê derê em ê ji niha û pê ve bi rêk û pêk alîkariyê bişînin."

Heyet piştre ji Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bû.

 

...