HDK'ê danezana encamê ya Konferansa Elewiyan aşkera kir

Di danezana encamê ya Konferansa Elewiyan a HDK'ê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên qetlîamkar ên li dijî Elewiyan û gefên li Rojhilata Navîn dewam dikin û hat gotin ku pêwîstî bi rêxistinbûyîneke xurt û têkoşîna hevpar a gelan heye.

Di danezana encamê ya Konferansa Elewiyan a HDK'ê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên qetlîamkar ên li dijî Elewiyan û gefên li Rojhilata Navîn dewam dikin û hat gotin ku pêwîstî bi rêxistinbûyîneke xurt û têkoşîna hevpar a gelan heye.

Konferansa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya li ser cihê Elewiyan di siyaset, jiyana demokratîk û dîrokê, pirsgirêkên wan û pêşniyarên çareseriyê, bendewariyên Elewiyan ên der heqê Tirkiye û pêşerojê de û avakirina perspektîfeke hevpar a siyasetê, bi dawî bû.

Di konferansa 4-5'ê Nîsanê ya li Stenbolê de nûnerên gelek saziyan, kesayet û pîrên Elewiyan, akademîsyen, nivîskar, hunermend, nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk û sendîka amade bûn.

'KOMKUJIYÊN DI DEMA OSMANIYAN DE BI KOMARÊ RE DEWAM KIRIN'

Di danezana encamê ya konferansê de hat ragihandin ku Komarê, polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê yên dema Osmanî dewir girtiye û di dema Komarê de derfet ji Elewiyan re nehatiye dayîn ku weke nasnameyeke serbixwe bijîn. Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku komkujiyên Elewiyan ên bi damezrandina Komarê re destpê kirin, bi Koçgirî, Dêrsim, Mereş, Çorûm, Sêwas û Gaziyê dewam kiriye.

Hat ragihandin ku di çarçoveya qewimînên siyasî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de hewl tê dayîn ku Elewî li nava pevçûnên mezhebî werin bicihkirin û bibin qurbanê polîtîkayên şer. Di danezana encamê de daxwaz û pêşniyarên çareseriyê yên Elewiyan jî hatin destnîşankirin.

DAXWAZ Û PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ

Di danezana encamê de ev daxwaz û pêşniyarên çareseriyê yên Elewiyan hatin destnîşankirin:

"Serokatiya Karê Diyanetê ya ku weke saziyeke bi destê dewletê yekkirina olî pê tê birêvebirin, ji holê bê rakirin; ol û bawerî ji qada sivîl re bên hiştin.

Dersên olî yên ji neçarî û bijartî bên rakirin, dest ji feraseta olîkirina perwerdeyê were berdan, bersiv ji perwerdeya bi zimanê dayikê re were dayîn.

Jiyaneke laîk û azadîparêz a dewletê destê xwe ji ol vekişandiye û ol jî ji nava dewletê vekişiyaye, were mayîndekirin.

Statuya qanûnî ji îbaretxaneyên Elewiyan re were naskirin, dergah û navendên baweriyê yên hatine girtin û desteserkirin ji xwediyê wan re bên dayîn. Dawî li polîtîkayên asîmîlasyon û dagirkeriyê yên li hemberî dergahên Elewî Bektaşî yên li derveyî Tirkiyeyê were anîn.

Gotin û heqaretên nivîskî û devkî yên cihêkariyê li Elewî û komên din ên ol û mezheban dike, were sûcê nefretê werin qebûlkirin, tedbîr li hemberî van were girtin û pêkanînên qanûnî di vî warî de bên bikaranîn.

Dewlet dest ji polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê yên dest li hişmendî, girse û nirxên pîroz ên Elewiyan berde.

Di karên cemawerî û taybet de ji Elewiyan re kota bê naskirin, di bicihkirina kar de wekheviya firsendî were dayîn.

Ji bo lêkolînkirina komkujiyên di rêveçûna dîrokê de bi serê Elewiyan de hatine, komîsyonên heqîqetê werin avakirin. Mexdûriyeta Elewiyên neçarî sirgûn û koçberiyê hatine kirin bê çareserkirin, zerarên wan bên tezmînkirin.

Jinên Elewî ji ber nasnameya xwe ya baweriyê li zexteke piralî û binpêkirinê tên. Li gel vê eykê jinên Elewî li qadên civakî, çandî û siyasî ji nedîtî ve tên. Bi destpêkirina ji saziyên Elewiyan re li hemû sazî û rêxistinbûyînên siyasî, pêşî li temsîliyeta wekhev were vekirin û mekanîzmayên vê werin avakirin.

Sîstema dergaha ocaxan bi zimanê dayikê yê bawermendan ji nû ve bikeve meriyetê."

'PÊWÎSTÎ BI RÊXISTINBÛYÎN Û PIŞTEVANIYEKE XURT HEYE'

Di danezana encamê de hat ragihandin ku dema şerên emperyalîst ên li Rojhilata Navîn, hovîtiya DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra, Boko Haram û komkujiyên li hemberî gelên bêparastin li ber çavan were girtin, diyar dibe ku civata Elewî pêwîstiyê bi rêxistinbûyîneke xurt û têkoşîneke bi bandor a bi hemû saziyên demokratîk û gelên bindest a li dijî zaliman heye. 

'ELEWÎ DESTEKÊ DIDIN PÊVAJOYÊ Û 10 XALAN'

Di dewama danezana encamê de hat diyarkirin ku Elewî destekê didin pêvajoya çareseriyê, ji bo avakirina welatekî laîk, azadîparêz û demokratîk dixwazin bi hemû tecrûbeyên xwe yên dîrokî tevlî pêvajoya muzakereyê bibin û hat gotin, "Elewî, 10 xalên tevgera siyasî ya Kurd ji bo çareseriyê pêşniyar kiriye, ji bo demokrasî û aştiyê erênî dibînin. Li hemberî vê yekê nêzîkatiya AKP'ê ya li pêvajoya muzakereyê neyînî dibînin û ji ber vê helwesta AKP'ê bi fikarin."