ROJEVA 25'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Kongreya Asayî ya 23'emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê bi rojeva hilbijartinê dewam bike û encamname were eşkerekirin.

Li Amedê wê Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk bê lidarxistin.

Parlamentera Partiya Karker a Îngilistanê Kate Osamor biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê weke 'firsendeke bêhempa' pênase kir û bang li hikumeta Qraliyeta Yekbûyî kir ku piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.

Delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku divê êdî tevlîbûneke rast li Rêber Apo bê kirin û got, bi kongreyê re pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kiriye.

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Hemrîn Dersim got, "Mesele nav nîne; ya girîng ew e ku em ê mîrateya PKK'ê çawa hîn xurt û mezin bikin, çawa karibin hîn bêhtir kedê bidin."

Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç işaret bi biryardariya Rêber Apo û PKK'ê ya ji bo aştiyê kir û ji ber neavêtina gaveke şênber a dewletê pirsa 'Gelo dewlet hîn li benda çi ye?' kir.

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Bunyamîn Şeker destnîşanş kir ku gel ji bo pêvajoyê bi hêvî ye, lê di heman demê de baldar û hişyar e.