BI DÎMEN

Karker wê li dijî şer hêza xwe ya hilberînê bi kar bînin

Hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê dawî li rewşa agirbestê ya 3 salan anî, rastî nerazîbûnên tund ên raya giştî tê.

Hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê dawî li rewşa agirbestê ya 3 salan anî, rastî nerazîbûnên tund ên raya giştî tê. Nerazîbûneke din a li hikûmeta Tirk, ji rêxistinên civakî yên sivîl û tevgera kedê ya li Kurdistanê hat. Serokê Sendîkaya Petrol-Îş Şaxê Êlihê Mûstafa Tekîk anî ziman ku ji bo bidawîkirina şer û destpêkirina muzakereyê ew ê dest bi çalakiyê destberdana ji kar bikin û çalakiya greva giştî jî xistine rojeva xwe. Tekîk ji ANF'ê re axivî.

Tekîk diyar kir ku bi projeya xwe gihandina gel û kedkarên Tirkiyeyê ya tevgeras siyasî ya Kurd re, tercîha çareseriya legal siyasî, rewa û bi rêbazên aştiyane ya pirsgirêka Kurd li çar aliyên Tirkiyeyê bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin û ji ber xwe ranegirtina li vê serketina HDP'ê bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li Kurditan, herêmên Ege, Derya Reş, Derya Spî û Anatoliya Navîn.

Tekîk gotina Serokkomar a 'pirsgirêka Kurd nîne' bibîr xist û got, "Di pêvajoya piştî vê gotinê de  li Agirî Bazîdê provokasyon rû da, li Edene, Mersînê bombe hatin teqandin, li Amedê di mîtînga HDP'ê de 5 welatiyên me hatin qetilkirin. Herî dawî li Pirsûsê xwestin hewldana ciwanên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ermenî, Elewî, Suryanî ji bo xwe gihandina berxwedana Kobanê, bi qetlîamê bi dawî bikin."

Tekîk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê demê de hat şidandin û ev xal destnîşan kir: "Beriya her tiştî divê rêveberên Komara Tirkiyeyê biryarekê bidin. Hem di nava Tirkiyeyê de hem jî li welatên cîran, ji Rojhilatê Kurdistanê heta Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê Tirkiye dixwaze bi Kurdên hewl didin demokrasiyê civakî bikin bijîn? Yanî dixwaze bi çeteyên dijminê mirovahiyê yên tecawizkar û kujer ên mîna DAIŞ'ê re bijî? Beriya her tiştî divê hikûmet di vî warî de bersiveke zelal bide. Pêwîste hikûmeta AKP'ê biryarê bide ku pêvajoya muzakereyê wê ji niha û pê ve di kîjan astê de bimeşe."

Tekîk da zanîn ku girînge hikûmeta AKP'ê di rêya hevgirtina Kurd-Tirkan de hin gavan biavêje û got, "Bi awayekî vekirî bêjim; em ê di her şert û mercî de li dijî şer bisekinin. Ji bo mirovên me nemirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Bi qasî ji destê me bê em ê gavan biavêjin."

'DESTBERDANA JI KAR WÊ PÊK WERE, GREVA GIŞTÎ DI ROJEVA ME DE YE'

Mûstafa Tekîk anî ziman ku asta pirsgirêk gihaştiye êdî nabe bi daxuyaniyên çapemeniyê yên klasîk bê derbaskirin û got, "Ji bo xwîna tê rijandin bê sekinandin, weke rêxistinên kedê yên Tirkiyeyê pêwîste em tavilê bikevin greva giştî. Weke KESK, DÎSK, Odeya Tabîban, baro û rêxistinên din ên pîşeyî bi organîzasyon û plansaziya navendî re me pêşniyar kir ku grev giştî were kirin. Pêwîste greveke giştî ya bi bi mijara aştiyê, were kirin. Li Êlihê jî di serî de çalakiya destberdana ji kar, em ê çalakiyên weke meş, konên aştiyê ji îro û pê ve bi rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl re nîqaş bikin. Weke rêxistinên kedê em ê hêza xwe ya ji hilberînê, bi kar bînin. Divê em bersivê bidin kesên komkujiya li Zergelê weke 'dereweke namerdî' pênase dikin. Li pêş çavê tevahiya cîhanê li Zergelê 8 sivîl, zarok, jin, gundî hatin qetilkirin."

Serokê Sendîkaya Petrol-Îş Şaxê Êlihê Mûstafa Tekîk bang li rayedarên dewletê kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin û ji nû ve dest bi muzakereyê bikin.