Akademîsyenan ji bo agirbesta zexmkirî bang kirin
Akademîsyenan xwestin şer bê sekinandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û bang agirbesta zexmkirî kirin.
Akademîsyenan xwestin şer bê sekinandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û bang agirbesta zexmkirî kirin.
Akademîsyenan xwestin şer bê sekinandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û bang agirbesta zexmkirî kirin.
202 akademîsyenan, ji rawestandina şer û pêkhatina aştiyê, metneke bangawaziyê weşandin.
Di metna bi serenavê "Banga li gelên Tirkiyeyê" de hat ragihandin ku pêvajoya aştî/çareseriyê ya di Çileya 2013'an de bi awayekî fermî destpê kir, mîna gelek mirovên li Tirkiyeyê hêvî daye akademîsyenan jî, ku ji bo bidawîkirina şerê zêdeyî 30 salan demeke nû destpê kiriye û ev xal hat destnîşankirin:
'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN'
"Me destek dan her qonaxa pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013-2015'an. Me aşkera kirin ku em avakirina heyeta aqilmendan û xebatên wan, der barê pêvajoya çareseriyê de derxistina qanûnekê û mutabaqata Dolmabahçeyê erênî dibînin. Lê belê dema me xebatên pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê anî beramberî hev, me diyar kir ku ev têrê nakin, ji bo pêvajo mayînde bibe divê heyetên cuda werin destekkirin û ji aktorên sereke yên pêvajoyê Abdullah Ocalan weke mînaka Mandela ji nava tecrîdê bê derxistin. Her wiha me gelek caran destnîşan kirin ku divê pêvajo ne ji bo polîtîkaya hundir ne jî ji bo ya derve bê bikaranîn. Me ragihand ku ji bo dijminatiya li Kurdan a reh berdaye nava Tirkiyeyê ji holê were rakirin, divê Komîsyona Heqîqetan bê avakirin, felaketên dema bihurî bên ronîkirin û berpirsyar werin aşkerakirin.
Di rewşa heyî de, her çend em pê xemgîn bin jî, dibînin ku hikûmetê ji bo garantîkirina pêvajoya aştiyê ti sererastkirin nekiriye, ti saziyeke ku alî li gorî wê tevbigere, binirxîne, wijdanê cemaweriyê rehet bike û pêvajoyê zelal bike nehatiye avakirin û pêvajo di hevrikiya navbera partiyên siyasî û polîtîkayên Sûriye, Iraq û Îranê de weke kevirê domîno tê dîtin. Ev hemû ji bo destpêkirina şer bû zemînek.
Cihê xemgîniyê ye, ku tevî hemû hişyariyên akademîsyenan, rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar û rojnamevanên bi berpirsyar; ji bo şerê navxweyî yê li Rojhilata Navîn belav bûye li Tirkiyeyê der nebe, ti tedbîr nehatiye girtin, berevajî Tirkiye bi lez û bez ber bi vî şerî ve tê dehfdan.
'EM Ê XWENDEKARÊN XWE NEKIN QURBANÊ ŞER'
Bi dehan pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê nîşan didin, ku dema careke din çek tê kişandin, hingî windahî gelekî zêdetir dibin; çareserî jî ancax bi berfirehkirina qada demokratîk pêk tê. Me di nava salekê de li Kobanê û li Pirsûsê xwendekarên xwe winda kirin. Her wiha di nava hefteya dawî de me bi dehan ciwanên xwe winda kirin.
Bila ev yek baş were zanîn, ku em ê ewladên xwe, xwendekarên xwe, ciwanên xwe nekin qurbanê şer. Ji bo me ti lihevnekirin, ji jiyana wan û ji pêşeroja wan ne girîngtir e."
BANGA JI BO 'AGIRBESTA ZEXMKIRÎ'
Akademîsyenan bang li aliyan kirin ku tavilê agirbesta zexmkirî pêk bînin û gotin, "Em bang li hikûmetê dikin ku demek ji ya din zûtir dev ji zimanê xwe yê cihêkariyê, dijminatiyê û şer berde, bang li rojnamevanên bi berpirsyar dikin ku hempîşeyên xwe yên xweziya xwe bi şer tînin rave bikin û bang li Meclîsê dikin ku tavilê qanûnên pêvajoyê ewle bikin, derxîne."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ya ku ciwan ji nivîsên me, ji gotinên me, ji dersên me fêm bikin ew e, ku jiyana wan girîng e û eger ew ne sax bin, welat jî ne sax e. Aşkera ye ku budçeya şer ji bêrîka me tê derxistin û di şer de bi tenê xizan dimirin. Mafê kesî nîne kesî binpê bike, heqaretê li kesî bike, mafê azadiya ramanê asteng bike. Divê xwe ji hesta bi jehr a tolhildanê rizgar bikin, het dawiyê li mafên xwe bigerin, têbikoş in, li dijî derewan heqîqetê biparêzin, ti carî ji gotin û çalakiyên demokratîk xwe venegerin."
Di metnê de bang li hemû akademîsyen, mamoste, mirovên agahiyan hildiberînin û bikartînin, jin û mêran hat kirin ku dema ji wan re hat gotin 'bêdeng bin' bêdeng nebin û bibin alîgirê aştî, demokrasî û heqîqetê.