HDP 'ji bo bûyerên xetere neqewimin' bang li dadgeriyê kir

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, hedefnîşandana hilbijêrên wan şermezar kir û diyar kir ku MHP bi derdorên tarî re hevdkariyê dike. Balûken ji dadgeriyê xwest, tavilê bikeve nava tevgerê.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, der barê gefên li dengdêrên wan tên xwarin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Balûken got, "Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a ku nikare serketina HDP'ê ya bi hêzên demokrasiyê re di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dest xist qebûl bike, ji wê rojê ve, bi zimanekî cihê xwe di exlaqa siyasî de nîne heqaret û bêhurmetiyê li partiya me û hilbijêrên me dike."

'MHP BI DERDORÊN TARÎ RE HEVKARIYÊ DIKE'

Balûken ev xal destnîşan kir: "Serşêwirmendê Serokê Giştî yê MHP'ê Metîn Ozkan, roja 4'ê Tebaxa 2015'an di bernameya televîzyonekê de bi daxuyaniyên xwe re rewş aniye nuqteyeke gelekî xetere. Ozkan di vê bernameyê de der barê hilbijêrên partiya me de diyar kri ku di çenteyê wî de lîsteyeke ji 3.000 kesan heye û dikare yek bi yek navên di vê lîsteyê de bixwîne. Ev yek ji sekna bê pîvan a MHP'ê wêdetir nîşan dide ku MHP bi derdorên tarî re hevdkariyê dike."

Balûken da xuyakirin ku li welatekî demokratîk, bi ti awayî nayê qebûlkirin ku mirov ji ber tercîha xwe ya azad a demokratî û mafên destûra bingehîn rastî êrîşan bên û got, "Rasthatinek nîne ku yên îro bi lîsteyên ji 3.000 kesan re digerin, ji heman kevneşopiya mirovên komkujiyên Sêwas, Elezîz, Mereş û Çorûmê kirin, tên."

'DIVÊ LÊPIRSÎN WERE DESTPÊKIRIN'

Balûken diyar kir ku AKP û MHP, hilbijêrên HDP'ê weke dijminê xwe yê hevpar dibînin û got, "Ji bo pêşî li bûyerên gelekî xetere bê girtin, pêwîste dadgerî tavilê li hemberî vê rewşê bikeve nava tevgerê. Divê kesên ev lîste amade kirine bi lezgînî werin ronîkirin û li pêşberî dadgeriyê werin darizandin. Kîjan saziyên dewletê jib o amadekirina vê lîsteyê bûne alîkar? Divê ev jî were ronîkirin. Bi vê lîsteyê re çi tê xwestin bê kirin? Armancçiye? Pêwîste bi ser van de biçin."