Der barê Yuksekdag de fezleke hat amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de, ji ber gotinên xwe yên "Em pişta xwe dispêrin YPJ, YPG û PYD'ê" fezleke amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de, ji ber ku di çalakiya bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li navçeya Pirsûsê de got, "Em pişta xwe dispêrin YPJ, YPG û PYD'ê" lêpirsîn da destpê kirin û fezleke amade kir.

Di fezlekeyê de hat îdîakirin ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag "propaganda rêxistinê" kiriye û hat xwestin ku mafê destlênadanê bê rakirin.

Fezleke ji bo pêşkêşî Serokatiya Meclîsê were kirin, ji Midûriyeta Giştî ya Karên Ceza ya Wezareta Edaletê re hat şandin.