Salih Muslim bi lîderê Fîlîstînê re hevdîtin kir
Heyeta Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk a Sûriyeyê, ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî di nav de bû, bi Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas re hevdîtinek kir.
Heyeta Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk a Sûriyeyê, ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî di nav de bû, bi Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas re hevdîtinek kir.
Heyetek ji Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk a Sûriyeyê, di çarçoveya lêgerînên çareseriya krîza civakî, siyasî, leşkerî û aborî ya li Sûriyeyê de, Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas ziyaret kir.
Heyeta Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk a Sûriyeyê ku ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Koordînatorê Giştî yê Koordînasyonê Hesen Ebdulezîm serokatiya heyetê dikirin û Endamên Buriya Rêveber a Desteyê Hesen Ebdulezîm, Munîr Bîtar û Mihemed Hicazî cihê xwe di nava heyeta ku bi Serokê Filistînê Mahmûd Abbas re civiya cihê xwe girtin. Ji aliyê Filistînê jî ji bilî Abbas Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgarî ya Filistînê Saib Irêqat, Wezîrê Derve yê Fililstînê Riyad El-Malikî, balyozxaneya Filistînê yê Mirsê Cemal El-Şobekî û Serokê Navenda Siyasî ya Tevgera Filistînî yê paytexta Sûriyê Şamê Enwer Ebdul Hedî beşdarî civînê bûn.
Civîn duh danê êvarê bi armanca nîqaşkirina rewşa li Sûriyê û aloziya heyî li peytexta Misir Qahîreyê pêk hat.
Di civînê de li ser aloziya li Sûriyeyê, agirbesta navbera hemû aliyan, kuştina sivîlan û wêranî, parastina Sûriyeya yekbûyî, pêşveçûna di daxwazên gelê Sûriyê de û pêkanîna azadî, edalet û wekheviya civakî ya Sûriyeyê ku hemû beşên civakê wekhev cihê xwe tê de bigirin hatinnîqaşkirin.
Di dawiya civînê de her du aliyan keda ji bo çareserkirina siyasî ya aloziya li Sûriyeyê erênî nirxandin.