Hikûmeta AKP'ê konsepta xwe ya şer dewam dike. Di operasyonên qirkirina siyasî yên li gelek bajar û navçeyan de bi dehan kesên din hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di van operasyonan de polîsan îşkence jî li welatiyan kirine.
ERZÎROM
Li taxên Hêccergo, Girsok û Bastok ên navçeya Tatosê ya Erzîromê tîmên taybet bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de ji rêveberên HDP'ê Metîn Çoban û Metîn Bîngol, Ahmet Îba, A. Sena Îba, Saît Cergooglu, Ramazan Bîngol, Sînan Deger, Abdullah Kaldir, Umut Kaldir, Ayhan Kaldir, Bariş Sari, MEhmet Çaglar hatin binçavkirin. 13 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Sedema operasyonê nehat zanîn û tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
STENBOL
Li Maltepe, Sancaktepe, Umraniye û Beylîkduza yên Stenbolê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de di nav de rêveber û endamên HDP'ê jî hene 7 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê.
EDENE
Li taxên Mîsîs, Yakapinar, Geçîtlî yên navçeya Yuregîr a Edeneyê leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonan de mal hatin serobinokirin û tişt hatin belavkirin. Di serdegirtinên malan de Îlker Yildirim, Serkan Araz, Azat Araz û Halîl Karayilan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û her çar kes birin Fermandariya Cendirmeyan a Yuregîrê.
SEMSÛR
Li taxên Yenî Sanayî, Bahçecîk ên Semsûrê û li bajarokê Serokaya û gundê Çîgê polîs û leşkeran bi aweyekî hemwext bi ser 14 cihan de girtin. Leşker û polîsên li malan lêgerîn kirin û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî Abuzer Kuçukşahîn, Rêveberê Navçeya Navendî ya HDP'ê Abdurrahman Çalişir û Nusret Erbay, Alî Taşar, Sînan Doymaz, Bariş Coşkun, Kemal Yeşîlçayir, Lutfu Yoldaş, Mahmut Ozan Harmanci, Mazlum Harmanci, Serdar Kuçukşahîn, Şeyho Karataş û kesekî ku navê wî nehat hînbûn binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Zanîngeha Semsûrê, birin Midûriyeta Polîsan a Semsûrê. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn.
COLEMÊRG
Li navçeya Colemêrg Geverê duh di serdagirtina malan de di nav de zarok û kesên pîr jî heyî 52 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 38 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Geverê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 38 kes serbest hatin berdan. Li bendê ne ku 14 kesên din jî îro derbixin dozgeriyê. Hate zanîn ku di serdegirtina malan de tîmên taybet teror pêk anîn û destûr nedan welatî kincên xwe jî li xwe bikin û bi binkirasan hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin li emniyetê hatin darpkirin û rastî îşkenceyê hatin.
Hate ragihandin ku welatiyên Î.Y. û M.G. ên di binçavan de ji ber şîdet û îşkenceya polîsan di bedena wan de reşî û şînî çêbûne.
MÛŞ
Li navçeya Mûş Gimgimê di 3'ê Tebaxê de kesên bi navên Abdulbasît Taş, Behçet Ozen, Adnan Işik, Selahattîn Şahîn û Mehmet Kiliç û Sadik Arman ê li gundê Alqa ya Milazgirê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 6 kes piştî ku dozgeriyê bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" û "li ser navê sûc kirine" sewqî dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 6 kes şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
Welatiyê bi navê Mehmet Kapçak ê mu roja borî dîmenên kamerayan nedabû polîsan jî ji aliyê dadgehê ve hate berdan.
Li navçeya Şaxê ya Wanê jî Hevserokê DBP'ê yê Şaxê Vehbî Batur, Semîh Semo, Nîhat Babur û Mehmet Buge yên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 4 kesên bi îdiaya têkîliya wan bi çalakiya li dijî Qereqola Jendermeyan û Midûriyeta Polîsan di 31'ê Tîrmehê de pêk hat heye hatibûn binçavkirin di dozgeriyê de Batur ji aliyê dozgeriyê ve 3 kesan jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê 3 kes berdan.