Ji Balûken hişyariya 'AKP wê şer giran bike'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken destnîşan kir, ku ragihandina "herêmên ewle' nîşan dide ku AKP amadekariyan dike ji bo serî li operasyonên tinekirina girseyî bide.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken destnîşan kir, ku ragihandina "herêmên ewle' nîşan dide ku AKP amadekariyan dike ji bo serî li operasyonên tinekirina girseyî bide. Balûken hişyarî da ku gelê sivîl bi xeteriyê re rû bi rû ye û bang li AKP'ê kir ku tavilê dest ji polîtîkaya şer berde.

Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Balûken, îlankirina gelek herêmên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve weke "Herêmên Ewlekariya Leşkerî yên Demkî" ji ANF'ê re nirxand.

'KONSEPTA ŞER A SALÊN 90'Î'

Balûken anî ziman ku pêkanîna "herêmên ewle" nîşan dide ku konsepta nû ya şer a AKP'ê gihaştiye kîjan astê û got, "Li temamiya van herêman, rêbazên şerê qirêj ên salên 90'î ji aliyê AKP'ê ve tên bikaranîn. Şewitandina daristanan, kuştina bêdaraz a li nava kolanan, valakirina gundan, destwerdana kujer a li xwepêşandanên civakî. Ev hemû konsepta şere salên 90'î bûn. Diyar e ku AKP'ê 'pêvajoya çareseriyê' rakiriye û ev konsept di asta navendî de xistiye meriyetê."

'RÎSKEK MEZIN LI SER GELÊ SIVÎL HEYE'

Balûken diyar kir ku ev pêkanîn, yek ji nîşaneyên hewldana AKP'ê ya ji bo girankirina şer e û ev xal destnîşan kir: "Ev pêkanînên herêma ewle yên li Colemêrg, Şirnex, Dêrsim, Qers û gelek bajarên din xistine meriyetê, dikare rê li ber encamê gelekî cidî veke. Bi vê yekê re operasyonên tinekirina girseyî werin meşandin. Divê were dîtin ku gelê sivîl ê li van herêman di bin rîskeke mezin de ye. Temamiya van pêkanînan di demên berê de pirsgirêk ber bi neçareseriyê ve birin û hîn bêhtir rê li ber êş û azaran vekirin. Rayedarên payebilind ên hikûmeta AKP'ê jî vê yekê gelekî baş dizanin. Rakirina 'pêvajoya çareseriyê' ya du sal û nîvan hat meşandin û vegera li konsepta şer ku ew bi xwe jî dizanin neçareseriye, nîşan dide ku AKP û Erdogan ji bo pêşeroja desthilatdariya xwe dikarin kîjan dînîtiyê bikin. Em dikarin bêjin ku niha li herêmê di pratîkê de rewşeke awarte heye. Ji ber vê yekê divê were gotin ku îdîayên AKP'ê yên weke 'me pêkanînên rewşa awarte ji holê rakir' bi temamî pûç bûne. Divê AKP tavilê dest ji van pêkanînên şaş berde û li dora maseya muzakereyê ya qulipandiye, li çareseriya siyasî demokratîk bigere."

'AKP'Ê BERSIV NEDA BANGA ME YA DIYALOGÊ'

Balûken da zanîn ku AKP'ê bersiv nedaye banga wan a ji bo diyalogê û got, "Hevserokê me bang li AKP'ê kir ku rêyên diyalogê vekirî bihêlin, lê belê bi ti awayî bersiv ji vê bangê re nehat dayîn. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên rojane me bi rayedarên dewletê re hevdîtinên du alî kirin, ji bilÎ wê hevdîtineke me ya yekser bi rayedarên hikûmetê re nebû. Me fikar û gumanên xwe yên ji ber van pêkanînan anîn ziman. Diyare li pişt vî karî vîna siyasî heye, hikûmeta AKP'ê heye."

'BENDEWARIYA CIVAKÊ YA JI BO AŞTIYÊ, AKP'Ê TENGAV DIKE'

Balûken da xuyakirin ku li Tirkiyeyê cara yekemîn e li hemberî konsepta şer îtirazên xurt tên kirin û destnîşan kir ku di nava piraniya civakê de daxwaza aştiyê derdikeve pêş. Balûken got, "Ji ber ku leşkerên jiyana xwe ji dest didin zarokên xizanan û kedkaran e, ji ber ku zarokên siyasetmedar û rayedarên biryara şer didin ne li eniya şer in, ev rewş di nava civakê de rê li ber nîqaşeke cidî vedike. Ev rewş wê li pêşiya dewamiya polîtîkayên şer ên AKP'ê bibe asteng."