Tê gotin ku hewldanên Tirkiyeyê yên bi qebûlkirina daxwazên DYA yê di şerê li dijî DAIŞ'ê de dixwaze şerê xwe yê li hemberî Kurdan rewa nîşan bide, di asta herî bilind de nayê qebûlkirin. Li gorî agahiyên di çapemeniya Amerîka de cih girtin, Obama ji Tirkiyeyê gotiye, 'Şerê li dijî DAIŞ'ê ji bo bombekirina Kurdan bi kar nîne."
Nûnerê The Huffington Post ê Washîngtonê Ryan Grîm, gotinên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barack Obama yên di hevdîtineke bi wan re bilêv kir, di gotara xwe ya li rojnameyê weşand. Her çend Grîm di nivîsa xwe de bi kurtasî cih daye êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî PKK'ê, balkêş e ji bo nivîsa xwe serenavê "Obama ji Tirkan re got: Şerê li dijî DAIŞ'ê ji bo bombekirina Kurdan bi kar nînin" bi kar anî.
Grîm anî ziman ku Barack Obama li Qesra Spî bi rojnamevanan re li ser muzakereyên nukleerî Yên bi Îranê re li ser li hev kirine û mijara Rojhilata Navîn axiviye. Grîm diyar kir ku weke Huffington Post wan ji Obama pirsîne ku Erdogan şerê li hemberî DAIŞ'ê ji bo êrîşa li dijî PKK'ê weke hincet bi kar tîne yan na.
Grîm da zanîn ku Obama ragihandiye ku ew bi rayedarên Tirk re axivîne û ji wan re careke din gotine 'DAIŞ xeteriya herî mezin a li herêmê ye', lewma ji Tirkiyeyê xwestine ku bala xwe bide ser hedefê.
Li gorî vê yekê Obama diyar kiriye ku ew 'xwe parastina Tirkiyeyê li hemberî PKK'ê rewa dibînin' û bal kişandiye ser peymana bi Tirkiyeyê re li ser li hev kirine û dixebitin. Grîm ev gotinên Obama ragihand: "Lê belê çarçoveya peymana me li ser li hev kirin, bi zelalî hat diyarkirin: Em ê vî sînorê bi çi rengî li şervanên diçin Sûriyeyê bigirin? Û bingeha her tiştên em ê bikin wê li gorî vê encamê be."
Ryan Grîm helwesta Erdogan a di dema êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de nîşan da bibîr xist û anî ziman ku di vê demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşa çeteyan hatiye kirin û Erdogan dixwaze Kurd têk biçe. Grîm da xuyakirin ku derbasbûna HDP ji benda ji sedî 10'an û bi destxistina 80 parlamenteran, ji bo Erdogan têkçûneke.
Grîm da zanîn ku hikûmeta Tirk bi bikaranîna şerê li hemberî DAIŞ'ê re êrîşî baregehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê dike û bal kişand ser serketina YPG'ê ya ku weke 'Baskê PKK'ê bi nav dike û sîstema li Rojava hatiye avakirin.