Li Amsterdamê çalakiya 3 rojan

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, ji bo şermezarkirina êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla, komkujiya Zergelê û komkujiya Pirsûsê, ji bo sê rojan rêze çalakî tên lidarxistin.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, ji bo şermezarkirina êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla, komkujiya Zergelê û komkujiya Pirsûsê, ji bo sê rojan rêze çalakî tên lidarxistin.

Çalakiya duh li Beurspleinê destpê kir, îro û sibe wê saet di navbera 15:00 - 17:00 de li heman cihî dewam bike.

Di çalakiyê de belavok tên belavkirin û bi tîşortên bi nivîsa zimanê Hollandî bal tê kişandin ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd. Di çalakiyê de banga bi dawîkirina vê polîtîkayê tê kirin.

...