Heyeta HDP'ê bi Dervîşoglû re hevdîtin kir

Ji endamên Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken, di êvara 4'ê Tebaxê de bi Musteşarê Sîstema Cemaweriyê Mûhammet Dervîşoglû re hevdîtin kirin.

Ji endamên Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken, di êvara 4'ê Tebaxê de bi Musteşarê Sîstema Cemaweriyê Mûhammet Dervîşoglû re hevdîtin kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP'ê hatin wergirtin, xala destpêkê ya hevdîtinê; mijara astengiriya li pêşiya derbaskirina cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ û HPG'ê bû, ku bi rojan li deriyê sînor ê Xabûrê bi biryara Desteya Wezîran hatin rawestandin. Di hevdîtinê de li ser mijarê li hev hat kirin û şeva 4'ê Tebaxê destûr hat dayîn ku cenaze werin derbaskirin.

Rojeva duyemîn a hevdîtinê jî pêvajoya çareseriyê bû. Endamên heyeta HDP'ê Onder û Balûken ku herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, rewşa tenduristiya Ocalan pirsîn. Her wiha pirs kirin ku bi heyeta dewletê re hevdîtinê dike yan na.

Musteşarê Sîstema Cemaweriyê Dervîşoglû diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e. Der barê hevdîtinan de jî got, "Hevdîtinên di navber heyeta dewletê û Ocalan de dewam dikin."

Di hevdîtinê de, li ser mijara çûyîna Heyeta Îmraliyê, pêşketinek nebû. Çavkaniyê HDP'yî der barê hevdîtinê de got, "Her du aliyan pêwîstiya bi pêvajoya çareseriyê ji hev re anîn ziman."