Hevsera 33 salan a şehîdê Pirsûsê Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz: Cemîl hez dikir ji bo mirovên din bijî. Dema bi siyasetê re mijûl dibû ji bo zarokên xwe jî bavekî hêja bû. 33 salan qet min ne êşand. Me gelekî ji hev hez dikir.
ARZÛ DEMÎR / ANF
STENBOL
pêncşem, 6 gelawêjê 2015, 09:03
Hevsera 33 salan a şehîdê Pirsûsê Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz: Cemîl hez dikir ji bo mirovên din bijî. Dema bi siyasetê re mijûl dibû ji bo zarokên xwe jî bavekî hêja bû. 33 salan qet min ne êşand. Me gelekî ji hev hez dikir.
Cemîl Yildiz yek ji rêwiyên bersiv da banga SGDF a 'me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' bû, ku ji bo avakirina Kobanê ket ser rê.
"Kekê Cemîl" ê hevrêyên xwe 60 salî bû. Tevî wî Îsmet Şeker û Fethî Aydin ên temendirêj, lê rûyê wan ciwan jî di nava koma ciwanan de bûn. Hem hevrê hem jî bavên ciwanan ketin ser rê.
Ji bo yên dipirsîn "çi karê we heye?" digotin "Em karker kin, karkerên şoreşê ne. Em diçin li înşaetan bixebitin."
Cemîl Yildiz bi avê şehîdê YPG'ê Mûstafa Can Şeker Îsmet Şeker re şehîd ket. Fethî Aydin kurê xwe Armagan diyarî şoreşê kir, ew jî birîndar bû.
'HETA DAWIYA EMRÊ XWE EZ Ê WÎ VEBÊJIM'
Hevsera 33 salan a Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz bi gotina "Heta dawiya emrê xwe ez ê wê vebêjim" dest bi axaftina xwe dike.
Çîroka hevpar a herduyan beriya 33 salan destpê dike. Sûltan Yildiz hingî li febrîqeya TEKEL a li Meletiyê weke karker dixebite. Cemîl ji Sînopê ye. Lê belê li Amedê zanîngehê dixwîne û dibe mamoste. Dema bi siyasetê re mijûl dibe, nikare mamostetiyê bike.
Sûtltan Yildiz bi saya hevserê hevaleke xwe ya nêz Cemîl Yildiz nas dike. Ji bo kêliya naskirina hev dibêje, "Mirovekî welê derket pêşiya min, ku min bêyî dudiliyê jê re got erê."
Di Kanûna sala 1982'an de zewicîn, lê ji hev dûr ketin: "Cemîl di 12'ê Îlonê de demeke kurt li girtîgeha li Amedê hat ragirtin. Piştî jê derket, dema em destgiriyên hev bûn, bi hev re hatin girtin. Em 4.5 mehan li Girtîgeha Elezîzê hatin ragirtin. 1.5 mpiştî zewacê Cemîl dîsa hat girtin. Dema li girtîgeha Elezîzê bû, ji ber îsyanê cezayê 3,5 salan dan wî. Ji bo wî cezayî bikişîne hat girtin. Li girtîgehên Bartin û Sînopê ma. Dûre ew birin leşkeriyê. Dema bavê kurê min hat malê, kurê min 4 salî bû."
Dûre malbata Yildiz li Stenbolê bi cih dibe. Ji bo debara xwe bikin ji karê restorantê heta dirûtina kincê bûkê, dixebitin.
Lê belê siyaset her tim parçeyek ji jiyana wan e. Cemîl Yildiz herî dawî li Esenler û Bagcilarê di nava ESP û HDP'ê de bi awayekî aktîf dixebitî.
'CEMÎL 33 SALAN QET MIN NE ÊŞAND'
Hevserê Sûltan Yildiz ê 33 salan Cemîl kî bû?
Sûltan Yildiz vegot: "Têkiliya Cemîl a bi mirovan re gelekî bandor li min kir. Her tim mirovekî erênî bû. Di jiyana malê de jî berpirsyarî parve dikir. Dema min paqijî dikir ji min re digot 'li benda min be, em ê bi hev re bikin': Her tim destê xwe diavêt karekî. Di nava 33 salan de qet min ne êşand. Me gelekî ji hev hez dikir. Em aşiqê hev bûn. Cemîl Sûnî bû ez Elewî. Malbata min di destpêkê de li dij derdiket. Me di nava 33 salan de tabû hilweşand. Cemîl li gundê me jî nêrîna her kesî guherand. Piştî mirinê, her kes li ser wî giriya. Cemîl 60 salî bû. Di demên dawî de min emrê wî dianî bîra wî û jê re digot, 'Êdî bes e, ya berpisryariya xwe bi cih anî.' Cemîl jî digot, 'Ya ku min kiriye, ne tiştek e'. Ji bo kampanya Kobanê timî digot, 'em ji bo başiyê diçin'. Me gelekî ji hev hez dikir, dema ew ne amade bû, min digot, 'gelekî bêriya bêhna te dikim'. Cemîl gelekî henek dikir. Her tiştên neyînî vediguheran rewşeke erênî. Ji bo xwe nedijiya. Hez dikir ji bo mirovan bijî. Dema bi polîtîkayê re mijûl dibû, ji bo zarokên xwe jî dibû bavekî hêja."
Sûltan Yildiz kêlî bi kêlî vegot, bala min kişand; gelekî hewl da rondikan nebarîne.
Gotin hat ser roja komkujiyê.
Got, "Em ti carî ne li benda êrîşeke ewçend namerdî bûn. Me dizanîbû wê rojekê tiştek biqewime, lê ne bi vî rengî."
Dûre sohbet hat ser Rojava. Li ser Rojava jî em gelekî axivîn. Got, "Bi Cemîl re di nava malê de jî em li ser her mijarê diaxivîn."
Xwestine bi hev re biçin Kobanê, lê belê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Sûltan Yildiz nekarî bikeve ser rê.
'MERASÎMA CENAZE LI GORÎ DILÊ CEMÎL BÛ'
Cemîl Yildiz bi şehIîdên Pirsûsê Dûygû Tûna û Îsmet Şeker re, ji aliyê bi deh hezaran kesan ve bi merasîmeke bi heybet li Goristana Gazî hat veşartin.
Sûltan Yildiz ji bo merasîma cenaze got, "Tam li gorî dilê Cemîl bû. Gelekî bi heybet û girseyî bû. Piştî bûyerên Gazî merasîma cenaze ya herî girseyî bû. Dema ji bo wergirtina cenaze em çûn Dîlokê polîsên sivîl ji min re gotin, 'cenazeyê xwe werbigire, bibe li warê xwe veşêre'. Lê min ji wan re got, 'Cemîl dixwazwe bi hevalên xwe re bê veşartin, ESP wê were û werbigire'. Nefikirîm ku bibim warê wî. Cemîl ji min re digot, 'Eger bimirim min ji hevalên min qut nekin'. Dixwest bi şehîdan re bê veşartin, bi şehîdan re bê bîranîn. Em jî weke malbata wî, li gorî daxwaza wî tevgeriyan. Ji niha û pê ve em dixwazin bîranîna Cemîl û şehîdên din bidin jiyîn. Ji bo em wan ji bîr nekin, divê em bîrdariyan çêbikin. Heta ji destê min bê ez ê bîranîna Cemîl bidim jiyîn."