Koç: Ji bo meşa 8'ê Tebaxê ya li Kolnê em li benda tevlîbûnê ne
Di 8'ê Tebaxê de wê li bajarê Elmanya Kolnê bi dirûşmeya 'Em rê nadin AKP û faşîzma DAIŞ'ê', 'ji şer re na' meş û mîtîngeke girseyî were lidarxistin.
Di 8'ê Tebaxê de wê li bajarê Elmanya Kolnê bi dirûşmeya 'Em rê nadin AKP û faşîzma DAIŞ'ê', 'ji şer re na' meş û mîtîngeke girseyî were lidarxistin.
Di 8'ê Tebaxê de wê li bajarê Elmanya Kolnê bi dirûşmeya 'Em rê nadin AKP û faşîzma DAIŞ'ê', 'ji şer re na' meş û mîtîngeke girseyî were lidarxistin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezaririna êrîşên AKP û DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Kurd û ji bo protestokirina bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrîşan, 8'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 12:00 de li Ebertplatzê meş destpê dike. Koç banga li tevahiya Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê dijîn kir, ku bi xurtî beşdarî meşê bibin.
Der barê meş û mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê û Yekîtiya Hêzê ve tê organîzekirin de, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç ji ANF'ê re axivî û bang li her kesî kir ku ji bo pêşî li faşîzma AKP û DAIŞ'ê bigirin, dakevin qadan.
'AKP ÊDÎ NE REWA YE'
Koç da xuyakirin ku AKP tola 7'ê Hezîranê hiltîne û destnîşan kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê nîşan didin ku AKP ji bo gaveke siyasî ne amade ye.
Koç diyar kir ku AKP partiyeke piştî 7'ê Hezîranê rewabûna xwe winda kiriye û got, "Tevî ku mafê desthilatdariya bi tena serê xwe jê re nehatiye dayîn jî, hînê weke ku bi tenê desthilatdar e tevdigere. Hilweşandina benda hilbijartinê ya rejîma 12'ê Îlonê, AKP dîn û har kiriye. Ji ber vê yekê her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan HDP'yiyan digire û li her derê êrîşî gelê Kurd dike. Halbûkî di destê gotin heye, çek nîne! Her roj banga 'dest ji çeka xwe berdin, werin siyasetê bikin' dikin. Lê belê hurmeta wan ji nûnerên Kurdan ên hatine hilbijartin nîne. Her roj heqaretê dikin, her roj bi mirinê gefê dixwin."
'SEROK APO Û GERÎLA XETÊN SOR ÊN KURDAN E'
Koç da zanîn ku ew di du nuqteyan de hesas in, yek jê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ya din jî gerîla ye.
Koç diyar kir ku AKP êrîşî du xetên sor ên gelê Kurd dike û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya ji Nîsanê û vir ve li ser Rêber Apo dimeşînin, polîtîkayeke şer bû. Ji xwe encam bû ev . AKP'ê piştî tecrîdê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşeke berfireh a hewayî kir. Halbûkî gerîla ne li benda bombe bû, li benda aştiyê bû. Ji bo vê jî şert û merc guncaw bûn. Mutabaqata Dolmabahçeyê li holê ye. KCK'ê gelek caran bal kişand ser vê muqatabatê û bi çûyîn û hatina heyetan re ragihand ku di çarçoveya banga li gorî vê yekê de ew ê kongreya ji bo dawîanîna li têkoşîna çekdarî bicivîne. Lê belê ji ber ku AKP xwedî projeyeke aştî û çareseriyê nebû, ket nava panîkê hevdîtinên Îmraliyê bi carekê ve qut kir û careke din berê xwe da şer."
'HER KESÊN DIJBERÊN ŞER DIVÊ TEVLÎ MEŞA LI KOLNÊ BIBIN'
Koç ragihand ku 40 sazî destekê didin meşa roja 8'ê Tebaxê û destnîşan kir ku her kesên dijberê şer divê beşdarî meşa li Kolnê bibin.
Koç got, "Meşa di 8'ê Tebaxê de were kirin, ne tenê Kurd, wê Çerkez, Laz, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Tirk û Elman jî piştgiriyê bidin û beşdar bibin" û diyar kir ku çapemeniya Elman eleqeyeke mezin nîşan dide.
Meşa ku wê roja Şemiyê saet di 12:00 de li Ebertplatzê destpê bike, wê li Heumarktê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û nûnerên YNK û Goran wê beşdar bibin.