Hêzên kontra li taxa Hezare ya Qelqeliyê gefê li gel dixwin
Hat îdîakirin ku hêzên kontra yên li taxa Hezare ya navçeya Wan Qelqeliyê digerin, keyayê gund Adîl Kaplan revandine û 24 hezar TL pere xwestine.
Hat îdîakirin ku hêzên kontra yên li taxa Hezare ya navçeya Wan Qelqeliyê digerin, keyayê gund Adîl Kaplan revandine û 24 hezar TL pere xwestine.
Hat îdîakirin ku hêzên kontra yên li taxa Hezare ya navçeya Wan Qelqeliyê digerin, keyayê gund Adîl Kaplan revandine û 24 hezar TL pere xwestine. Li gorî îdîayan ev kesên bi wesayîta bi plaqeya 21'ê digerin, li derdora gund timî gefê li gel dixwin.
Li gundê Hezare ku di hilbijartinan de ji sedî 95 ê nifûsa wê deng da HDP'ê, kesên nasname nediyar keyayê gund Adîl Kaplan revandin û 24 hezar TL xwestin. Kontrayan ji Kaplan ê digot "pereyê min nîne" gotiye, "Li ber destê me agahiyên cidî hene ku tu ji rêxistinê re dixebite. Tu dide wan, lewma tu yê bide me jî. Wesayîta xwe bifiroşe û wî pereyî bîne ji me re, naxwe em ê kurê te bikujin, em ê gundê te bişewitînin." Li gorî agahiyan, xizmên keya yên bi bûyerê hesiyan bi dizî serî li Midûriyeta Emniyetê dane, lê heta niha tiştek nehatiye kirin.
Li gorî vegotinên gundiyan, hêzên kontra hînê li derdora gund digerin. Mirovên li van kesên bi wesayîta bi plaqeya 21'ê digerin dipirsin 'hûn kî ne?' bi gotina 'biçe li mala xwe rûnê, naxwe em ê malbata te bişewitîne' rast tên.
Hat ragihandin ku hêzên kontra bi taybetî danê êvarê li nava gund digerin.