HDP’ê têkildarî înfazên bê daraz û komkujiyan serî li NY da. Di metna serlêdanê de, hat diyarkirin ku mimkun e komkujiyên sivîl zêde bibin, hat xwestin ku berpirsyar û fail derkevin holê û bên darizandin. Di metna selêdanê de ji bûyerên dewlet jê berpirsyar mînak hatin dayîn.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, der barê hikûmeta AKP’ê de têkildarî înfazên ne hiqûqî, keyfî û înfazên bê daraz ji bo lêkolînê serî li Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Christof Heyns dan.
Di metna serlêdanê de hat xwestin ku di encama bûyer û komkujiyên ji 20.07.2015’an ve windahiyên sivîlan û înfazên bê daraz bên lêkolînkirin.
Di serlêdanê de hin agahiyên derbarê HDP'ê de cih girtin û pirsgirêkên di qada siyasî, civakî, aborî, çandî û mafên sereke de tên jiyîn cih girtin. Di serlêdanê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş li bajarên Kurd lê dijîn êrîşa li sivîlan dikin û 20'ê Tîrmehê li Pirsûsê komkujî pêk hat. Têkildarî vê yekê de wiha hat gotin: "Piştî 20'ê Tîrmeha 2015'an agirbest bi dawî bû. Di heman roj û piştî wê pêvajoya pevçûnan destpê kir û bi vê yekê tenê windahiyên di navbera aliyên pevçûnê dikin de çênebûne. Bi taybet li hemberî welatiyên sivîl kuştin, înfazên bêdarazî, komkujî, şewitandina daristan û gundan pêk hatin û ev yek jî hemû peymanên Cenevreyê binpê dikin û ev binpêkirin wê bidomin."
Di serlêdana HDP'ê de wiha hat gotin:
"Bi taybet têkildarî bûyerên em li jêr rêz dikin em dixwazin Birêz Raportor lêkolînan bide destpêkirin. Li Tirkiyeyê piştî careke din pêvajoya şer û pevçûnan dest pê kir li hemberî sivîlan înfazên bêdarazî û sûcên şer dê pêk bên û divê ev bên tesbîtkirin û berpirsiyar bên dîtin. Ji bo sûcên li welatiyê me û herêmê pêktên partiya me derbixe holê û têkildarî van de polîtîkayan pêk bîne kedekî mezin dide. Li welat û erdnîgariya em lê dijiîn ji ber dewletan qirkirin û komkujî pêk tên û incax mekanîzmayên navneteweyî yên hiqûqî welatiyan biparêzin."
Pêkanînê sîstema me ya neteweyî û "necazekirinên" ku rewşa sîstema darazê derdixe holê, tecrubeyên me yên borî, ev bûyerên ku me ji dozgeriyê re ragihandiye û têkîldarî van bûyeran ji ber ku dewlet û hikûmet îradeya ku kiryaran derxîne holê nîşan nade çi heyf e ku nêrînên me piştrast dike.
Gumana xizmên kesên ku bûne qurban a der barê meşandina lêpirsînekî baş jî her roj zêdetir dibe. Ji ber vê yekê dozgeriya dadgeha cezaya navneteweyî ji bo ku têkîldarî van bûyeran bikeve nava hewldanan serlêdana me ya Raportoriyê, berpirsyariya me ya siyasî ye."
DI 15 ROJAN DE QETILKIRINA 10 SIVÎLAN HATE ROJEVÊ
Di serlêdana HDP'ê de kuştina jina Rojavayî ya bi navê Fîras Feyad a ku xwest di 23'yê Tîrmehê de xwest ji sînor derbasî Tirkiyeyê bibe di encama gulebarana leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest da; di 25'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Abdullah Ozdal ê 23 salî di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da; Di 26'ê Tîrmeha 20157an de de li Amedê di encama mudaxaleya polîsan de Beytullah Aydin ê 11 salî li şaneşîna mala xwe jiyana xwe dest da; di 26'ê Tîrmeha 2015'an de li Mêrsînê di êrîşa polîsan de Bulent Ecevît Gungor ê 35 salî yê li şaneşîna mala xwe bû hate kuştin; heman rojê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di encama êrîşa polîsan a li hemberî gel de xwendekarê zanîngehê Seyîthan Dede jiyana xwe ji dest da; di 29'ê Tîrmeha 2015'an de li Agiriyê polîsan bi ser malekî de girtin û di encama vê de herdu biroyên binavên Sezaî Yaşar, Ahmet Yaşar û welatiyê bi navê Mîrzettîn Gokturk jiyana xwe ji dest dan û di 29'ê Tîrmehê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Hasan Nerse jiyana xwe ji dest da hatin vegotin û hate xwestin ku ev bûyer bên lêkolînkirin.
Di serlêdana HDP'ê nirxandina "ev bûyerên ku bûne mijara serlêdanê hemû li gorî me derveyî hiqûqê, kêfî û înfazên bêdara hatine nirxandin" hate kirin û hate gotin ku ev bûyer nehatine ronîkirin. Di serlêdanê de tê gotin ku ev înfazên navborî tê wateya binpêkirina mafê jiyanê ya Neteweyên Yekbûyî û wiha hate gotin: "Di çarçoveya agahiyên li jorê hatine dayîn, têkîldarî bûyeran di çarçoveya mekanîzmayên NY'ê de divê lêkolîn bê destpêkirin. Têkîldarî bûyeran di çarçoveya mekanîzmayan armanca me ew e ku kiryar bên dîtin û darizandin. Em dixwazin raportoriya we têkîldarî van bûyeran lêkonînê bide destpêkirin."