Meclîsê bersiv da serlêdana HDP'ê ya ji bo rakirina destlênedana parlamenterên xwe. Serokatiya Meclîsê di bersivê de got, "Karekî li Serokatiya me bê kirin nîne, komîsyona pêwendîdar hînê ava nebûye."
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan HDP'yî hedef nîşan da û got, "Bila destlênedana wan bê rakirin, der heqê wan de ya pêwîst çi be bila bê kirin", HDP'ê bi xwe serî li Serokatiya Meclîsê da û xwest destlênedana parlamenterên wan bê rakirin.
Serokatiya Meclîsê bersiv da vê serlêdana HDP'ê û got, "Karekî li Serokatiya me bê kirin nîne, komîsyona pêwendîdar hînê ava nebûye. "