MST û KHRAG komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera gundiyê bê erd û KHRAG, komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Tevgera gundiyê bê erd û KHRAG, komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniya delegeyên enternasyonalîst ên beşdarî kongreya navneteweyî ya bi pêşengiya Tevgera Gundiyên Şoreşger (MTS) li Brezîlyayê bûn de, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rojava ji aliyê hezên YPG'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin û azadkirin û hat destnîşankirin ku li hemberî Rojava ya bi wekheviya azadî re dibe sedema kelecaneke mezin, gefa êrîşên artêşa Tirk dewam dikin.

Di daxuyaniyê de êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî Kurdan tên meşandin û hedefgirtina wekîlên HDP'yî, hatin şermezarkirin.

Ji dewleta Tirk hat xwestin ku tavilê dest ji vê hwelsta xetere berde û bang li civaka navneteweyî jî hat kirin ku di asta herî bilind de zextê li dewleta Tirk bike.

JAFFER: ÊRÎŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN

KHRAG a navenda xwe li bajarê Cape Town ê Başûrê Afrîkayê ye bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. 

Endamê damezrîner ê KHRAG (Kurdish Human Rights Action Group)  Mansoor Jaffer di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku di dema meşandina hevdîtinên aştiyê de ev êrîş nayên qebûlkirin. Jaffer da zanîn ku li Başûrê Afrîkayê di dema hevdîtinên aştiyê de heman rêbaz ji aliyê rejîma Apartheîdê ve hatiye ceribandin û di encama vê de 14 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Jaffer li hemberî şîdeta dewleta Tirk bang li hemû partiyên siyasî yên hikûmeta Başûrê Afrîkayê, saziyên civakî yên sivîl û welatiyên Başûrê Afrîkayê kir ku destekê bidin KCK'ê û xwest hevdîtinên aştiyê tavilê ji nû ve werin destpêkirin.