OGC’ê êrîşên li hember çapemeniyê rexne kir
OGC’ê bal kişand ku ji êrîşên li hember çapemeniyê AKP berpirsyar e.
OGC’ê bal kişand ku ji êrîşên li hember çapemeniyê AKP berpirsyar e.
OGC’ê bal kişand ku ji êrîşên li hember çapemeniyê AKP’ê berpirsyar e.
Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC)’ê têkildarî êrîşên li hember çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên li hember saziyên çapemenî-ragihandinê û xebatkarên çapemeniyê didomin û wiha hat gotin:
‘BÛYE REWŞEKE RÛTÎN!'
“Li navçeya navendî ya Sûr a Amedê di encama êrîşa li hember rojnamevanan Nûçegihana JINHA’yê Şehrîban Aslan bi guleya tîmên taybet birîndar bû, li Cizîrê nûçegihanê DÎHA’yê hat gulebarankirin, li Geverê rojnamevanaHolandî Firederike Geerdink hat binçavkirin. Li Tirkiyeyê ev êrîş rewşeke rûtin wergirtiye.
Herî dawî êrîşên li ser Rojnameya Hurriyet û Kanal D bê ka êrîş di çi astê de mezin bûne nîşan dide. Di nav êrîşan de parlamenterê AKP’ê jî cihê xwe girtiye, ev jî nîşan dide ku bê bûyer ji ku û çawa bi organîze ne, dide diyarkirin.
OGC li hemberî êrîşên li ser çapemenî û ragihandinê cihê xwe li gel çapemeniyê digire û bi nefret van êrîşan şermezar dike. "