Faşîstan li Konya, Mersîn, Eskîşehîr û Antalyayê êrîş kirin
Bi rêveçûna konsepta şer a AKP'ê re êrîşên faşîst jî zêde bûn. Li gelek bajar û navçeyan karkerên Kurd rastî êrîşê tên. Faşîstan êrîşî avahiyên HDP û saziyên demokratîk kirin.
Bi rêveçûna konsepta şer a AKP'ê re êrîşên faşîst jî zêde bûn. Li gelek bajar û navçeyan karkerên Kurd rastî êrîşê tên. Faşîstan êrîşî avahiyên HDP û saziyên demokratîk kirin.
Bi rêveçûna konsepta şer a AKP'ê re êrîşên faşîst jî zêde bûn. Li gelek bajar û navçeyan karkerên Kurd rastî êrîşê tên. Faşîstan êrîşî avahiyên HDP û saziyên demokratîk kirin.
KONYA
Komên nîjadperest li gelek nuqteyên Konyayê êrîşî Kurdan kirin. Danê êvarê komek li Otogara Konyayê kom bû, ber bi avahiya HDP'ê ve bi konvoyê meşiya û di meşê de heqaret li Kurdan kir. Komê hewl da avahiyê bişewitîne.
Beşek ji nîjadperestan jî avêtin ser Ronahî-Der a li navçeya Karatayê ku xwendekarên zanîngehê diçin wir. Komê avahiya komeleyê şewitand û li taxa Kurd lê dijîn hewl dan provokasyonê derxînin.
Li navçeya Konya Ilginê, 400-450 karkerên li înşaetên TOKÎ dixeitin duh bi şev rastî êrîşê hatin. Karkerên Wanî û Amedî ji bo alozî mezin nebe, bersiv nedan û xwe înşaetan vekişandin. Dema êrîş zêde bû karkeran xwe parastin. Di êrîşên heta bi şev de 2 karker birîndar bûn.
Karkeran bi emniyet û qeymeqamiyê re hevdîtin kirin û anîn ziman ku ewlekariya jiyana wan nîne, lewma xwestin ji navçeyê werin derxistin. Lê belê emniyetê û qeymeqamiyê bersiva 'ev niha nepêkane' dan.
MERSÎN-ANTALYA
Komên nîjadperest ên li Mersînê xwe di ser medya civakî re bi rêxistn kirin êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Erdemî û mal û kargehên Kurdan kirin. Faşîstan li pêş çavê polîsan du wesayîtên Kurdan şewitandin û xwestin 3 malan bişewitînin. Polîsan û ekîbên arkujiyê dest li rewşê wernedan û nîjadperestan gefa mirinê li Kurdan xwarin.
Nîjaderestên rêya Antalya-Mersînê girtin, otobusên fîrmayên Oz Diyarbakir, Star Diyarbakir, Van Golu Seyahat û Mardîn Seyahat sekinandin û hewl dan nasnameya rêwiyan kontrol bikin.
Li navçeyên Mersîn Erdemlî û Tomuk û navçeya Gazî Paşa ya Antalyayê duh tevahiya şevê komên nîjadperest êrîşî otobusên rêwiyan kirin. Di vê êrîşa faşîstan de jineke ducanî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li Antalyayê jî nîjadperestan êrîşî avahiya HDP'ê ya bajêr kirin. Di vê êrîşê de polîs jî li gel komên nîjadperest amade bûn. Di êrîşê de 10 kes birîndar bûn û endamê HDP'ê welatiyê bi navê Osman Beştaş ji ber derba kêrê ya li pişta wî ket bi giranî birîndar bû. Beştaş li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Akdenîzê hat emeliyatkirin û tê gotin ku xeteriya li ser jiyana wî dewam dike. Wekî din nûçegihanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê êrîş dişopand, rastî êrîşa koma faşîst hat û tiliya wî şikest.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehîrê îro jî komeke faşîst di bin çavdêriya polîsan de deriyê avahiya HDP'ê ya bajêr şikand û ket hundir. Komê hundir belawela kir, alavên li hundir şikand û al li avahiyê daliqnad. Koma nîjadperest a li ber avahiyê hînê dirûşmeyên nîjadperestî diqîre.