Li Rûsyayê komîsyona HDP'ê ya hilbijartinê hat avakirin

Xebatên HDP'yiyên li derveyî welat ên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li her deverê belav dibin. Kurdistaniyan li Moskowê komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesan ava kirin.

Xebatên HDP'yiyên li derveyî welat ên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li her deverê belav dibin. Kurdistaniyan li Moskowê komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesan ava kirin.

Kurdên li Rûsyayê dijîn, ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de, li paytext Moskowê civiyan. 

Di civînê de, tevî rêveberiyên saziyan komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesan hat avakirin.

Komîsyonê, ji bo HDP di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li Rûsyayê bibe partiya yekemîn, lez da xebatên xwe yên hilbijartinê û bang li welatiyên Tirkiyeyê yên hilbijêr kir, ku biçin ser sindoqan.

Hilbijêrên Tirkiyeyî yên li Rûsyayê, tevî paytext Moskowê, wê li Kazan Novorossiysk û St. Peterbûrgê jî dengê xwe bi kar bînin.