Yuksekdag: Em ji sindoqê re jî ji berxwedanê re jî amade ne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji bo êrîşên duh rû dan got "prova şerê navxweyî" û destnîşan kir ku ew ji sindoqê re jî ji berxwedanê re jî amade ne.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji bo êrîşên duh rû dan got "prova şerê navxweyî" û destnîşan kir ku ew ji sindoqê re jî ji berxwedanê re jî amade ne.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî bûyerên di rojevê de nirxand.
Yuksekdag diyar kir ku desthilatariya AKP'ê siyaseta rakişandin û dijderketina li hev a civakê zêde kiriye û got, "Piştî ku li Oremarê 16 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, yê xwedî li cenazeyên leşkeran derket, li pişta xwe kir û ji herêmê derxist, gelê Kurd bû. Yê ku li bajarên rojava hewl tê dayîn bê lînçkirin jî dîsa gelê Kurd e."
Yuksekdag ji bo bûyerên duh qewimîn got, "Ne aloziyeke ji rêzê yan jî nerazîbûnek li hemberî mirinên li Oremarê ne" û da zanîn ku li 128 cihan li dijî avahiyên partiya wan êrîş hatine kirin. Yuksekdag got, "Hevalekî me yê karker ê ciwan ku di rê de dimeşiya, li Kagithaneyê bi Kurdî bi telefonê re dipeyivî hat qetilkirin. Otobus hatin sekinandin û 'kontrola Kurdan' hat krin. Li hemberî avahiyên me yên partiyê êrîş hatin kirin. Ev êrîş hemû di bin çavdêriya polîsan de hatin kirin."
"BÛYERÊN DUH QEWIMÎN, PROVA ŞERÊ NAVXWEYÎ YE"
Yuksekdag gotina Erdogan a pêr gotibû, "Eger we 400 parlamenter dabûna, ti ji van nediqewimî" bibîr xist û got, "Me ji provayeke gelekî xetere ya şerê navxweyî re şahidî kirin."
Yuksekdag destnîşan kir ku êrîş hemû ji aliyê Qesrê û gladyoya ser bi Qesrê ve hatine birêxistinkirin.
Yuksekdag axaftina xwe wiha dewam kir: "Yên duh êrîş kirin, kesên ku bi ti awayî hurmeta xwe ji cenazeyên 11 leşkeran re nîne, ye. Yên ku hurmetê nîşanî wan cenazeyan didin, mirovên ku bedena xwe kirine mertalên zindî û çûne cenazeyên leşkeran li pişta xwe kirine. Yên êrîşî welatiyên Kurd ên li kolanan dikin, yên li kolanê prova şerê navxweyî dikin, bi ti awayî hurmetê nîşanî cenazeyên leşkeran nadin."
Yuksekdag êrîşên bi rojan ên li Cizîrê bibîrx ist Û got, "Di nava du mehan de bi qasî 100 sivîl bi guleyên hêzên ewlekariyê yên dewletê jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 200 gerîla, leşker, polîsan jiyana xwe ji dest dan. Her yek ji van ji ber ewlekirina Qesrê, ji ber daxwaz û hersa serdestiyê rû dan."
"LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM Ê LI BER XWE BIDIN"
Yuksekdag bibîr xist ku li Cizîrê dayikekê ji bo cenazeyê keça wê nerize xistiye sarincê û got, "Hûnê bi çi rengî hesap bidin vê dayikê. Berpirsyarê van hemûyan, yên hewl didin desthilatdariya Qesrê biparêzin e, yên pêvajoya çareseriyê cemidandine."
Yuksekdag bal kişand ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê û da zanîn ku desthilatdarî ji bo hilbijartin bi bawerî pêk neyê, ya ji dest tê dike. Yuksekdag got, "Dîmanîkên dabe, şer û pevçûnan di meriyetê de ne. Sindoq di xeteriyê de ye."
Yuksekdag got, "Ji bo hilbijartinan, ji bo sindoqan jî em amade ne, ji bo berxwedanê jî." Yuksekdag di dewama axaftina xwe de got, "Li dijî êrîşan û vê hovîtiyê, ji ber mirovbûyîna xwe em ê li gorî demokrasiyê li ber xwe bidin. Xeta me ya berxwedanê, heta têkbirina vê desthilatdariya zalim û zordar, wê dewam bike."