Li Enqere û Kirşehîrê li hember avahiyên HDP’ê êrîş

Li Enqere û Kirşehîrê li dijî avahiyên HDP'ê bi çavdêriya polîsan êrîşên nîjadperest pêk hatin. Di êrîşa li Kirşehîrê de êrîşkarên avahî şewitandin piştre jî berê xwe dan malên Kurdan.

Li Enqere û Kirşehîrê li dijî avahiyên HDP'ê bi çavdêriya polîsan êrîşên nîjadperest pêk hatin. Di êrîşa li Kirşehîrê  de êrîşkarên avahî şewitandin piştre jî berê xwe dan malên Kurdan.

Bi êrîşên li dijî HDP'ê ve êrîşên li dijî Kurdan jî zêde dibin. Li Kirşehîrê duh şevê komên ku êrîşî avahiya HDP'ê kirin îro careke din bi çavdêriya polîsan êrîşî avahiya HDP'ê kirin. Komên nîjadperest bêyî mudaxaleya polîsan kom dibin avahiya partiyê şewitandin û û piştre jî berê xwe dan kargehên Kurdan.

Pirtûkxaneya Gul a aîdî Eşref Odabaşi jî ji aliyê heman komê jî hate şewitandin.

Ev êrîşên hatin kirin di hin hesabên medyaya civakî de bi awayê "ne Madimak Kirşehîr" hate parvekirin. Dîsa navên rêveberên HDP'ê jî li ser hin hesaban ve li ser medyaya civakî hate teşhîrkirin û hedef hatin nîşandan.

LI ENQEREYÊ JÎ ÊRÎŞ

Avahiya HDP'ê ya Yenîmahalle ya Enqereyê jî rastî êrîşa komeke ku ji 200 kesan pêk tê hat.

Koma nîjadperest bi tekbîran tiştên li avahiyê, tabela û alên HDP'ê şewitandin û ala Tirkan li avahiyê daliqandin. Polîsên li herêmê mudaxaleyî koma nîjadperest nekirin.