Polîsan avêtin ser buroyên ESP'ê
Polîsên Tirk avêtin ser buroyên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên li navçeya Maltepe û Ataşehîrê yên Stenbolê. Polîsan her wiha bi ser malên endamên partiyê de jî girtin.
Polîsên Tirk avêtin ser buroyên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên li navçeya Maltepe û Ataşehîrê yên Stenbolê. Polîsan her wiha bi ser malên endamên partiyê de jî girtin.
Polîsên Tirk ên deriyê avahiya ESP'ê ya li Taxa Gulsûyû ya Malpeteyê şikandin, nava avahiya partiyê talan kirin. Di serdegirtinê de eşyayên Dûygû Tûna ya di komkujiya li Pirsûsê de şehîd ket ji hev hatin belavkirin.
Polîsan li Taxa 1 Mayisê jî deriyê avahiya ESP'ê ya Navçeya Ataşehîrê şikandin û li hundir lêgerîn pêk anîn.
Li Kadikoyê jî avêtin ser mala şehîdên Pirsûsê Ece Dînç û Buşra Mete. Di serdegirtina li vir de kesek hat binçavkirin.
Navên ESP'yiyên di serdegirtinan de hatin binçavkirin bi vî rengî ye: Şafak Guray, Fîlîz Çolak, Bersû Eroglû, Hasret Hanbay, Mahîr Can Gultekîn, Gamze Yuger û Îsmaîl Geçer."