Li Elmanyayê seferberiya HDP'ê ya ji bo 1'ê Mijdarê didome
Li bajarên Elmanya Osnabruck û Fûlda, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê dewam dikin.
Li bajarên Elmanya Osnabruck û Fûlda, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê dewam dikin.
Li bajarê Elmanya Osnabruckê, pêkhateyên Civaka Azad civînek lidar xistin û dest bi xebatên ji bo hilbijartinê kirin. Di civîna ku endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Munster, Osnabruck û Gronaû beşdar bûn de, Berdevkê Koordînasyona Civaka Azad a Herêmê Tahîr Koçer li ser rewşa dawî ya siyasî nirxandin kir. Koçer got, "Pêvajoya em tê de ne ji bo gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî ye. Ev pêvajoya dîrokî wê azadiya gelê Kurd biafirîne. Ji ber vê yekê em bang li hemû Kurdan û alîgirên azadiyê dikin ku di vê demê de wezîfeya xwe bi milîtanî bi cih bînin."
XEBATA JI SÊ QONAXAN
Koçer da xuyakirin ku ew ê xebatên xwe yên hilbijartinê bi sê qonaxên 'qeydkirina hilbijêran, meşandina xwegihandina girseyê û birin û anîna hilbijêran ji bo dengdayînê bimeşînin.
Di civînê de li ser rê û rêbazên xebatên ji bo hilbijartinê nîqaş hatin meşandin û starta vî karî hat dayîn. Di civînê de Komîsyona Hilbijartinê ya ji 76 kesan hat hilbijartin.
HDP XWE AMADE DIKE LI FÛLDA CAREKE DIN BIBE PARTIYA YEKEMÎN
Li bajarê Elmanya Fûlda, Komîteya Xebatê ya HDP'ê hat avakirin. Komîteya ji 11 kesan, wê her roja Duşemê li hev bicive û di çarçoveya plana ji sê qonaxa xebatên xwe bimşîne. Komîteyê ragihand ku mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê ew ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî HDP li bajêr bibe partiya yekemîn.