'Gel û PKK ji aştiyê re amade ye; AKP û Erdogan na'

Parlamentera HDP’ê Kolçak, bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengên xwe bi kar bînin. Kolçak li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku gel û PKK ji aştiyê re amade ne.

Parlamentera HDP’ê ya Kolçak, bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengên xwe bi kar bînin. Kolçak li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku gel û PKK ji aştiyê re amade ne.

Parlamentera HDP’ê ya Bûrsa Asiye Kolçak piştî tevlî 19. Festîvala Çanda Kurd a Stockholm bû bi Kurdistaniyên li Swêde ne hat gel hev. Koçak banga dengadayînê kir.

Kolçak piştî hevdîtinên xwe yên Stockholmê derbasî bajarê Gavle bû, li Navenda Çanda Demokratîk a Swêdê der barê pêşveçûnên dawî yên Tirkiye û Kurdistanê nirxandin kirin.

'WÊ HESABÊ ERDOGAN PÊK NEYÊN'

Kolçak diyar kir ku piştî 7’ê Hezîranê Serokkomarê Tirk Erdogan têkçûna AKP’ê hezm nekir, ji bo dengên nîjadperestan bigire êrîşek topyekûn li hemberî Kurdan destpê kir û di hilbijartinên nû de armanca wî desthilatdariyê bide AKP’ê ye û wiha got: “Erdogan têkçûna xwe ya hilbijartinên 7’ê Hezîranê dixwaze bi hilbijartinên 1’ê Mijdarê telafî bike, lê wê hesabên wî negirin.”

Kolçak destnîşan kir ku li dijberî polîtîkayên şer ên Erdogan û AKP’ê ye û wiha axivî: “Em dibêjin ‘aştî’ û ji bo wê jî têdikoşin. PKK’ê jî got dema dewlet hinek gavan biavêje em ji bo aştiyê amade ne. Hêza ku ji bo aştiyê ne amade ye dewlet û Erdogan e.”

BANGAWAZIYA ÇÛYINA SER SINDOQAN

Kolçak Swêd di serî de bang giştî Kurd û dostên wan ê li Ewropa kir ku li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê têkoşînê bilind bikin, di hilbijartinên nû de misoger biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP’ê.