HDP: Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Antalya Sarûhan Olûç diyar kir ku rojnameya Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Antalya Sarûhan Olûç diyar kir ku rojnameya Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Antalya Sarûhan Olûç diyar kir ku rojnameya Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike.
Olûç ê daxuyaniyeke nivîskî weşand got: "Yenî Şafak a ji rojnameyekê wêdetir mîna navenda operasyon û şerê taybet a girêdayî Qesrê dixebite, îro îmze li bin manşeteke bi tehlûkeya û tarî ya wê bikeve dîroka çapemeniyê dan.
Olûç wiha dewam kir:
'PROVOKASYONA BI TEHLÛKE'
"Yenî Şafak di hejmara xwe ya îro de Hevserokê me yê Giştî Birêz SelahattînDemîrtaş hedef nîşan da û serenava ‘Qatil’ ku bi kar anî bi zimanê nefretê yê hilberand îmze li provokasyoneke pir bi tehlûke daye.
“Yenî Şafak hedê xwe derbas kir û ji xwe re vê atmosfera aloz weke firsendekê dît, ji Hevserokê me yê Giştî re peyva ‘qatil’ bi kar anî. Ji bo provakasyon mezintir bibin û bigihêje asta pevçûnek hundirîn xwe tevdigere. Pir aşkera ye ku Yenî Şafak êrîşen li hember Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş dike hedef organîze dike. Ev manşeta jî duh piştî civîna ewlehiyê hat avêtin, ev jî diyar dike ku ev weşana bi rêxistinî û bi plan e.”
Olûç qatilên esasî wiha pênase kir, ‘Ji bo desthilatiya xwe, saltanata xwe, Qesra xwe zarokên welat ên xizan dişînin mirinê û bi xwîna wan desthilatiya xwe diparêzin’ û wiha axivî: “Bila Yenî Şafak û dûvikên wê zanibin çi bikin bila bikin nikarin biratî-xwişktî û aştiya hundir di vî welatî de xera bikin, gelan bi hev bidin kuştin. Em ê destûra vê nedin.”
‘WÊ YENÎ ŞAFAK Û NAVENDÊN SIYASÎ YÊN TALÎMATAN DIDIN BERPIRSIYAR BIN’
Oluç destnîşan kir ku êrîşên li hember HDP’ê û Hevserokên Giştî, parlamenteran, rêveberiyan ên fizîkî yan jî provakasyonan, rêveberiya Yenî Şafak û navendên siyasî yên talîmatan didin jê berpirsiyar in.