Civînên HDP'yiyan ên li Hollandayê didomin
Li Rotterdamê xebatên hilbijartinê yên HDP'yiyan zêde bûn. Di civîna bi rojeva hilbijartinê de hat xwestin ku qeyda hilbijêran were kontrolkirin.
Li Rotterdamê xebatên hilbijartinê yên HDP'yiyan zêde bûn. Di civîna bi rojeva hilbijartinê de hat xwestin ku qeyda hilbijêran were kontrolkirin.
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ser xebatên hilbijartinê yên HDP'yiyan civînek berfireh hat lidarxistin.
Di civîna ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hollandayê ve hat lidarxistin de bang li hilbijêran hat kirin ku di nava van 2 rojên dawî de qeyda xwe ya li lîsteya hilbijêran kontrol bikin. Her wiha hat xwestin ku li ser hemû mijarên hilbijartinê serî li saziyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk were dayîn.
Hat ragihandin ku dema dawî ya qeydkirinê heta 10'ê Îlonê saet 16:00 e û ji hilbijêrên navê wan ne qeydkiriye hat xwestin, ku bi nasnameya xwe ya TC serî li konsolosxaneya nêzî xwe bidin û qeyda xwe çêbikin.
Komîsyonên di civînê de hatin avakirin wê di destpêkê de hewl bide di nava du rojên dawî de qeyda hilbijêrên mayî çêbikin, dûre heta 8'ê Cotmehê projeyên HDP'ê bigihînin hilbijêran. Komîsyon her wiha wê bi plansaziyekê re hilbijêran bibin ser sindoqan û bînin.
KOMKUJIYÊN JI ALIYÊ AKP'Ê VE TÊN KIRIN HATIN ŞERMEZARKIRIN
Di civînê de her wiha komkujiyên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê dikin, bi tundî hatin şermezarkirin û hat gotin, "Em ê dîsa te nekin serok, em ê desthilatdariya te hilweşînin."