Li Êlihê 8 'Herêma Ewlekariyê Leşkerî' hatin îlankirin

Walîtiya Êlihê, li navçeyên Qabilcewz Hezo û Heskîfê 8 herêm ji bo şeş mehan weke "Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî" îlan kir.

Di daxuyaniya Walîtiya Êlihê de hat ragihandin ku li navçeyên Qabilcewz-Hezo û Heskîfê 8 herêmên hatine destnîşankirin ji 1'ê Îlona 2015'an heta 1'ê Adara 2016'an li ketin û derketina welatiyan hatiye qedexekirin.

Ev herêmên hatine qedexekirin jî wiha ne: 

"Navçeyên Qabilcewz û Hezo: Bakur; Girê Domûz, Taxa Kîlîmlî, Rojhilat; Qada Taxa Yamaşli, Girê Gonderîn, Girê Aci, Başûr; Girê Sekaç, Girê Ganiyabîna, Girê Bellîhariyagavrîk, Rojava; Herêma di navbera Girê Bênav ê 1800 metre li rojhilatê Griê Çatal û Girê Gîrgolê.

Navçeya Heskîfê: Bakur; Taxa Çatalsû, 500 metre bakurrojhilatê kaşê Gûharadeziye, Rojhilat; Girê Çîna, Taxa Koyûnlû, Girê Diyar, Girê Kûbaalo, Kaşê Varkedavût, Girê Girkevbevût, Girê Beltagrûvar, Başûr; Girê Karakaş, Girê Çaymavan, Girê Poyraz, Rojava; Kaşê Kelemahmûkê, Girê Diyarîhavta, Girê Gûharaamîr, Girê Çalkahaci Ahmet, Girê Nobedê weke Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya demkî hatine îlankirin."