Ji bo koçberan maseya krîzê hat avakirin
Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, ji bo koçberan maseya krîzê ava kirin.
Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, ji bo koçberan maseya krîzê ava kirin.
Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, ji bo koçberan maseya krîzê ava kirin.
NAV-DEM, YXK, CENÎ, FKÊ, PYD û CÎK'ê daxuyaniyeke hevpar weşandin û ragihandin ku wan ji bo koçberan maseyeke krîzê ava kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber şerên serdestan ên ji bo berjewendiyên desthilatdarî û aboriyê gel dîsa mexdûr dibin û hat gotin, "Ji ber şer welatê wan tê hilweşandin, zarok, jin, extiyar tên qetilkirin. Mirovên ji ber şer neçar dimînin welatê xwe biterikînin jî, neçar dimînin malên xwe bi erzanî bifiroş in û bi rêya şebekeyan welatê xwe diterikînin. Lê belê rastî pirsgirêkên hîn mezintir tên û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin. Weke ku em hemû dizanin ku qemyonan de yan jî li nava deryayê di keştiyên binav dibin de jiyana xwe ji dest didin.
Li Rojava û Şengalê ku herêmên şer in, Kurd van pirsgirêkan bi şêweyê herî giran dijîn. Beşeke mezin a bi hezaran penaberên li Elmanyayê Kurd in. Van mirovan ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man welatê xwe biterikînin. Bi desteka hikûmeta AKP'ê û dewletên pêşverû yên herêmê re li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî Kurd, Asûrî, Elewî, Êzidî, Tirkmen û gel û baweriyên din şerekî qirêj tê meşandin, gelên me tên qetilkirin. Dûvikên hikûmeta AKP'ê yên li Elmanyayê, ku plankar û destekdarên vê komkujiyê ne, bi sextekarî xwe ber didin nava mirovên me yên Rojavayî yên bi trenan tên û hewl didn bi feraseta DAIŞ'ê birêxistin bikin.
Ji duh û vir ve rayedarên Elman di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku ji bo bi hezaran penaberên werin wê pere neyê dayîn, bi tenê derfetên stargeh û xwarinê werin dayîn. Her wiha ji bo xwedîderketina li zarokên sêwî mane, bang li malbatan tê kirin.
Weke NAV-DEM banga me li hemû endamên me ew e ku dil û deriyên xwe li Kurdên ji Şengal û Rojava tên vekin, xwedî li gelê me derkevin. Ev yek wezîfeyeke welatparêzî û însanî ye. Em bawerin ku Kurd û dostên Kurdan ên li Elmanyayê dijîn wê bi awayê herî baş xwedî li xwişk û birayên xwe yên penaber derkevin.
Weke NAV-DEM ji bo deşîfrekirina sextekariya dûvikên AKP'ê yên bi mejiyê DAIŞ'ê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên gelê me yê li Elmanyayê, me maseya krîzê ava kirine."